KJK'ê ji ber wefata Eynê Yildirim peyama sersaxiyê weşand

KJK'ê ji bo Eynê Yildirim, ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê da û got, "Bi afirandina Kurdistana azad û demokratîk, em ê xewn û xeyalên wê bi cih bînin."

Koordînasyona KJK'ê, ji ber wefata Eynê Yildirim xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyameke sersaxiyê da.

Di peyama KJK'ê de hat gotin, "Ji ber wefata Eynê Yildirim, em sersaxiyê ji Rêber Apo, malbatê û hemû xizmên wê re dixwazin. Eynê Yildirim weke jinekê, dayikekê, welatparêzekê, dilê xwe her tim ji bo têkoşînê lê da, xwedî li nirxên mezin derket û parast. Bi wî dilê mezin ê dayikên Kurd tevlî têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê bû, ji bo serketina vê têkoşînê xwedî li erkên welatparêziyê derket. Daxwaza wê ya herî mezin jiyana li Kurdistanê, hesreta wê ya herî mezin jî dîtina birayê xwe yê li Îmraliyê Rêber Apo û zarokên xwe bû. Berî ku daxwazên xwe bi cih bîne û hesreta xwe pêk bîne, wefat kir. Weke KJK'ê em ê heta dawiyê xwedî li hesret, xeyn, xeyal û keda wê derkevin. Bi afirandina Kurdistaneke azad û demokratîk, em ê van xeyalên wê bi cih bînin. Di şexsê wê de em radigihînin, ku em ê hêjayî dilsozî û keda dayikên xwe yên şehîd bin. Em ê bi berfirehî û xurtî hewl bidin êşên wan bi rêya têkoşîna azadiyê veguherînin serketin û hezkirinê. Li ser vê bingehê em careke din sersaxiyê dixwazin."