KJK'ê: Heta berpirsyar bêne darizandin divê em têkoşîna xwe bidomînin

Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin ku divê dewleta faşîst a Tirk ji ber sûcên şer ên kirine li dadgehên navneteweyî bê darizandin û got, "Heta ku bê darizandin divê têkoşîna me dewam bike û berfireh bibe. "

KJK’ê ji ber salvegera 10'emîn a Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an ku jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, banga bilindkirina têkoşînê kir.

Daxuyaniya KJK'ê wiha ye:

"Em ketin sala dehemîn a şehadeta hevrêyên xwe Sara, Rojbîn û Ronahî yên di 9’ê Çileya 2013'an de ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin. Bi vê wesîleyê em di serî de di şexsê xwedawenda me ya azadiyê Sara, Rojbîn û Ronahî de, Rosa Luxemburg ku di 15’ê Çileya 1919’an de bi guleyên faşîzmê hate qetilkirin, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar ên ku li Silopiyê hatin qetilkirin, dîsa endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, welatparêzê bi rûmet Abdurrahman Kizil û hunermendê me yê hêja Mîr Perwer ên herî dawî di 23’ê Kanûnê de li Parîsê hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Em li pêşberî bîranînên van şehîdên mezin bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armancên jinên azad û jiyana azad bi cih bînin û weke Koordînasyona KJK'ê tola wan hilînin.

Sara û Evînên ku ku ji bo azadiyê bi hezkirin meşiyan, bi ked û hezkirineke mezin şoreşa jinê hûnandin, mîrateyek pir watedar ji me re hiştin. Ew pêşengên jinê yên sedsala 21’emîn in û fermanê didin me ku em şoreşa jinê bi ser bixînin. Di vê serdemê de ku bedewbûn û cewhera jinê hewl tê dayin bê qetilkirin û tinekirin û vê zîhniyetê belavî her kêliya jiyanê bikin, hevrêyên me yên leheng in ku rê nîşanî me didin û derfetê didin ku em bi coş û hezkirin di vê rêyê de bimeşin. Em ê teqez hesabê van qetlîaman bipirsin, berpirsyaran eşkere bikin, li pêşberî dîrok û mirovahiyê darizînin.

Li hemberî her şehadeta jinê azweriya me ya têkoşînê geş dibe, nasnameya me ya jineke bi rûmet û berxwedêr xurtir dibe û di vê wateyê de biryardariya me ya rêxistinbûyîn û têkoşînê zêdetir dibe. Rêya herî bingehîn a qirkirinê di civakê de şikandina jinên ku di wê civakê de pêşengî kirine û bi derbaskirina qalibên kevneşopî rizgar bûne ye. Ji bo vê jî hêzên dagirker û mêtinger bi taybetî jinên pêşeng weke hedef hildibijêrin û pêşî li wan dixin. Di vê wateyê de faşîzm û mêtinger bi hedefgirtina jinên Kurd ên ku li her parçeyekî Kurdistanê pêşengiyê dikin, hewl dide qirkirina Kurdan bi leztir bike. Bi qetilkirina hevrêyên me Sara, Rojbîn, Ronahî, Sêvê, Fatma, Pakîze, Hevrîn Xelef, Jiyan Tolhildan, Nagîhan Akarsel û Evîn Goyî re rastiya jinên azad û Kurdên azad hedef digirin.

Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê bi tevlîbûn, cesaret û kesayeta fedaî ya hevrê Sara bingeha xwe danî û li ser vê bingeha xurt bi hêztir bû. Hevrêya me Sara afirînera gelek gavan bû û bi fedaî pêşengî kir. Ji ber vê sedemê Rêber Apo got, 'Têkoşîna Sara têkoşîna tevgera azadiya jinê ye'. Di rastiyê de meşa dilsoz a hevrê Sara, bû sedema serhildan, hişyarbûn, rêxistinbûn û artêşbûna bi hezaran jinên azadîxwaz. Hevrêya me Evîn Goyî yek ji hevrêyên me bû ku di serî de hişmendî, rêxistinbûn û fermandariya jina azad xurt kir. Di dîroka xwe ya têkoşînê ya 34 salan de nirxên mezin afirand û ev nirx bi awayekî pir xurt bi hevrêyên xwe, gelê me û jinan re parve kir. Ji ber vê yekê hedefgirtina hevrêya me Evîn bi êrîşa duyemîn a Parîsê re, ji bo tinekirina şoreşa jinê, rastiya Kurd a azad û jinê ye. Dîsa ev hemû êrîş, tevgera me ya azadiyê, Rêberê me û armancên me yên azadiyê hedef digirin.

Gelê me, hevrêyên me yên ji bo jinan têdikoşin, baş dizanin ku ev qatil kî ne. Berpirsiyarên her du komkujiyên Parîsê jî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê û MÎT’ê ne. Komkujiya Parîsê ya yekem hate nixumandin, deh salan nehat ronîkirin, ji ber vê yekê komkujiya Parîsê ya duyemîn hate kirin. Kujerên van êrîşên qirkirinê pir eşkere ne. Divê dewleta Fransayê cara duyemîn vê qetlîamê veneşêre, teqez têkiliyên xwe yên siyasî yên hundir û derve ronî bike. Divê gelê me û dostên me ti carî nehêlin ku ev êrîş bê jibîrkirin û nixumandin, heta dawiyê bişopîne û bikeve helwestek hesab pirsînê. Dewleta faşîst a Tirk li çar aliyê cîhanê şerê qirkirina Kurdan dike, li çiya, li bajar, li Kurdistanê û li her derê Ewropayê sûcên şer dike. Divê dewleta faşîst a Tirk ji ber van sûcên şer li dadgehên navneteweyî bê darizandin. Heta ku bên darizandin divê em têkoşîna xwe bidomînin û mezin bikin.

Çalakiyên ku ji 23'ê Kanûnê û vir ve ji aliyê gel, dost û hevrêyên me yên jin ên li Ewropayê hatin kirin, çalakiyên gelekî bi wate û girîng in. Meşa bi heybet a ku di 7'ê Çile de pêk hat, bû asta herî bilind a van çalakiyan. Weke KJK’ê em van çalakiyan silav dikin. Divê ev meş û têkoşîna me bi yek serdemê neyê sînordarkirin, heta encam bi dest bikevin û berpirsyarên komkujiyê bên darizandin divê çalakiyên me bi awayekî herî xurt bidomin."