Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li bajarê Koln ê Elmanyayê çalakiyeke mezin hat lidarxistin. Koordînasyona KJK'ê ji bo çalakiya dîrokî peyamekî nivîskî şand.
Peyama KJK’ê wiha ye:
“Gelê me yê welatparêz; em we bi hestên xwe yên şoreşgerî yên herî jidil silav dikin. Em soz didin we ku em ê têkoşîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin. Em careke din dixwazin ji were bibêjin; em pê serbilid û serfiraz in ku em zarokên vî gelî ne. Em zarokê vî gelî ne ku li ber zilmê serî natewîne, şer dike, şer dike û xweşik dibe, di azadiyê de israr dike.
Gelê me yê hêja; Pilana çokdanînê ji bo ku di sedsala 21'ê de têkoşîna gelê me ya ji bo azadiyê bişkîne û ji bo qirkirina Kurdan temam bike, hat çêkirin. Ev pilan pêşî li Îmraliyê bi tecrîdê xistin dewrê. Pergala qirkirinê ya li Îmraliyê weke sîstema qirkirina gelê Kurd bi israr tê meşandin. Ji ber ku Rêbertî weke sazûmaniya bîrdozî û siyasî paşeroj û hebûna gel temsîl dike. Dewleta Tirk ji bo gelê Kurd bi siyaseta înkar-îmha û pişaftinê qir bike, despêkê êrîşî rêbertiya vî gelî kiriye. Di dîrokê de jî wisa kir û rêber û pêşengên gel tasfiye kirin.
Rêber APO ji bo gelê Kurd ji vê çarenûsê rizgar bike, bi avakirina saziya Rêbertiya Azad xwest gelê Kurd ji qirkirinê rizgar bike, ji bo vê jî berxwedaneke bêhempa pêş xist.
Rêber Apo bi vê berxwedanê, hêzên komploger ên ku biryara tasfiyekirina tevgera me û gelê me dabûn, têk bir û bi paradîgmaya neteweya demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk gelê Kurd kir hêza stratejîk a Rojhilata Navîn. Divê em pir baş fêm bikin ku Rêber APO çawa li dijî pergala qirkirina Îmraliyê li ber xwe da û gelê ku di nav pencên qirkirinê de veguherand hêzeke ku têk naçe. Ji ber vê berxwedana Rêber Apo rejîma faşîst a dewleta Tirk ev 8 sal in tecrîda girankirî ya bênavber li ser Rêbertiya me didomîne. Dewleta Tirk dixwaze gelê me bê Rêber bihêle û bêstatubûna gelê me bidomîne. Em li vê derê careke din radigîhînin ku wê rojên ku em weke jin û gel pergala qirkirinê ya Îmraliyê bişkînin nêzin. Em careke din radigîhînin ku di şexsê Rêber Apo de vê carê wê Rêbertiya Gelê Kurd encamê diyar bike û bi ser bikeve.
Gelê me yê hêja; Bi saya tevlêbûna we ya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statû", bi saya têkoşîna we û bi saya berxwedana fedaî û lehengiya gerîla, bi Rêber Apo re hevdîtin pêk hat û der barê tenduristiya Rêber Apo de me agahî wergirt. Me weke Tevgera Azadiya Jinê û gel silavên Rêber Apo wergirt. Em diyar dikin ku em ê bi awayekî serketî bersiva vê silavê bidin û em ê vê silavê bikin hinceta hevdîtina bi Rêberê Azad re.
Silava Rêbertî îdiaya serketina têkoşîna azadiya jinê hîn xurtir dike; Eşkere ye silava Rêbertiyê moral û îradeya têkoşînê zêde kiriye. Lê divê em ji bîr nekin Rêber Apo got, ‘Tecrîd berdewam dike.’ Divê em bizanibin ku tecrîd bi hevdîtina malbatê re bi dawî nebûye û pergala qirkirinê didome. Rejîma faşîst a Tirk, ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê sist bike û serdema nû ya êrîşên qirkirinê bi hêsanî pêk bîne, şerê taybet xistiye dewrê. Di pêvajoya dîzaynkirina nû ya li Rojhilata Navîn de astengkirina pêkhatina statuya gelê Kurd, polîtîkaya esasî ya dewleta Tirk a vê serdemê ye. Dema ku dewleta Tirk ferq kir ku bi leşkerî nikare vê polîtîkayê pêk bîne, şerê taybet xist dewrê. Armanca dewletê ew e ku gelê Kurd bi gelên herêmê re bikeve nava nakokiyan, şer bike, bibe aliyekî şer. Bi gotinên weke pêvajoya çareseriyê jî têkoşînê sist bike û gel ji têkoşînê dûr bixe. Ji xeynî fêlbaziyeke nû ya qirêj, operasyoneke bîrbirinê û şîlokirina mêjiyan tu pêşketinek tine. Li holê çareserî tune ye, ya dixwazin biserxistina konsepta teslîmgirtinê ye. Jixwe bi rêya xespkirina şaredariyan jî nîşan dan ku wê îradeya gelê Kurd nas nekin û polîtîkayên xwe yên qirkirinê bidomînin.
Tevî piştgiriya navneteweyî û herêmî, tevî teknolojiya xwe ya pesnê xwe pê didin, tevî çekên kîmyewî û her cure êrîşên qirkirinê jî, li hemberî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bêçare mane. Heta di nuqteya şikestin û widakirinê de ne. Xuya ye ku fêmkirine ku wê winda bikin, ji ber vê serî li dek û dolaban, serî li hîle û xurdeyan didin.
Yekane rêya têkbirina konsepta teslîmiyetê, şikandina tecrîda Îmraliyê û avakirina şert û mercên xebata azad a Rêbertî ye. Ji bilî vê pêvajoyeke çareseriyê û têkoşînê nabe. Yekane muxatabê çareseriyê li ser navê gelê Kurd Rêber Apo ye. Berxwedana gelê me û pêngava azadiyê ku pêş xist, muxatab eşkere kir. Azadiya gelê Kurd; bi mezinkirina têkoşînê û bilindkirina berxwedanê re pêk bê. Hûn hevrêyên Rêber Apo ne, we bi wî re meşiya û bi wî re dest bi jiyaneke nû kir. Ev tê wateya bidestxistina îradeyeke ji pola, tê wateya hişmendiya heqîqetê û bidestxistina azadiyê. Em ji dil bawer dikin ku hûn ê bi îradeya xwe, bi rastiya xwe ya azad têkoşîna li dijî tecrîd û konsepta tasfiyeyê bi serketî bimeşînin.
Em weke Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê KJK'ê, diyar dikin ku ji bilî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe em ê tu biryar, nêzîkatî û helwestê qebûl nekin.
Em dibêjin êdî dem hatiye ku em vê meşa azadiyê bi şikandina tecrîda li Îmraliyê û bi hevdîtina Rêbertiya azad re tacîdar bikin.
Dem hatiye ku em vê meşê bi pêkanîna hesreta hezar salan a gelê me yê Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûr bigihînin armancê.
Dem hatiye ku em têkoşîna bêdawî ya ji bo Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad a gelê me û şehîdên me bigihînin serketinê.
Niha dîrok ji her demê bêhtir têkoşîn, xebat, rêxistinbûn, çalakî û pêşengiya kedê ji me dixwaze. Em we bi hezkirin û dilsoziya xwe ya ji dil we silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hûn ê têkoşîna ku we heta niha fedakariyeke mezin meşandiye, hîn berfirehtir bikin.
Bijî Reber Apo
Biji Tekoşîna Azadiya Gelê Kurd
Jin Jiyan Azadî
Şehîd Namirin."