KJB:Jin aliyê vê pêvajoyê ye, mudaxîlê vê pêvajoyê ye

KJB:Jin aliyê vê pêvajoyê ye, mudaxîlê vê pêvajoyê ye

KJB’ê bal kişand ser komîsyona Aqilmendan û ji ber ku wek hejmareke sembolîk cih dane jinan wek ku ‘jin biçûk hatine xistin’ nirxand û bi zimanekî tund rexne kir. KJB’ê diyar kir jin alî, mudaxîlê pêvajoyê ne û wiha got: “Pirsigrêka aştî,demokrasiyê û azadiyê bê jinan nayê çareserkirin.”

KJB’ê da zanîn ku pirsgirêka demokrasî û azadiyê wekê ku pirgirêka mirovahiyê ye, pirsgirêka jinê ye û bang li hemû jinan kirin ku li dijî zîhniyeta serdest ya ku wek sembolîk cih didin jinan têkoşîna xwe bilind bikin.

Koordînasyona KJB’ê bal kişand ser Komîsyona Aqilmedan û diyar kir ku komîsyonên tenê wek sembolîk cih dane jinan û berteka tund nîşan dan.

NÊZÎKATIYA STRATEJÎK GIRÎNGE

KJB’ê daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Pêvajoya Aştiyê ya ji Newrozê de dest pêkiriye bi hemû cidiyeta xwe didome. civak bi hemû baldariyê pêvajoyê dişopîne. Riya jiyanek bi rumet û azd di demokratîkbûnê de der bas dibe. Ji bo pêşiya pêvajoya çareseriyê vebibe, ku hêj em di serê rê de divê pêngavên bi biryar bê avêtin. Banga Rêber Apo jî divê çarçoveyê de pêk hatiye.

PÊKANÎNA AŞTIYÊ KARÊ CIVAKA SIVÎLE

Ji bo înşakirina jiyaneke azad û pergaleke demokratîk qasî ku karê siyasetê ye, karê saziyên civaka sivîle jî.  Hikûmeta ku li ser navê civakê xwedî raye ye, divê guh bide hemû aliyên civakê û zemîna tevlibûna wan ava bike.

NEMÛNA JINAN, BIÇÛK XISTINE

Hikûmeta AKP’ê nêzîkatiya wê ya newekhev, serdest xwe daye der. Bi şêwazekî ku ne li gorî cidiyeta pêvajoyê de bi awayekî sembolîk di komîsyona Aqilmendan de cih daye djinan. Ev jî tê wateyê bi nasname, îrade û êşa dinan qerfê xwe dikin. Erdogan ku dibêje; ancax dayik vê pirsgirêkê çareser bikin, bi vê helwesta xwe nêzîkatiya xwe ya li dijî jinan nîşan daye. Em vê zihniyet û polîtîkayê şermezar dikin.

SEDEMA TEVLIBÛNA PÊVAJOYÊ YA JINAN

Ji bo piştgiriyê an jî ji bo piştgirî tê xwestin tevli nabe. Ji bo jiyana xwe qezenc bike, newekheviyê brike, nasnameya xwe ya azad bidest bixe tevli pêvajoyê dibe. Jin ji bo ku li dijî koletî, newekhevî, tundiya zayendî, li dijî desthilatdariyê, çanda tecawîzê dengê xwe bilind bike tevli pêvajoyê dibe. Di vê esasê de jin tevli pêvajoyê dibin.

Jin aliyê vê pêvajoyê ne, mudaxîlê pêvajoyê ne. te niha tevli nebin çareserî pêk nayê. Projeyên bi vî rengî ne ser dikeve, ne dibe civakî. Ji ber vê sedemê ancax bi tevlibûna jinan ev pêvajo bi ser bikeve. Di pêvajoya çareserî û înşakirinê de, nebûna jinan pirsgirêkê çareser nake. Pirsgisrêka demokrasî û azadiyê di heman demê pirsgirêka jinane.

Di vê esasê de em bang li hemû jinên kurd yên Kurdistanê û derveyê welat dikin ku tevli pêvajoyê bibin xwe rengê xwe bidin pêvajoyê.