KJB: Em di Newroza Amedê de xwedî li projeya Rêbertiyê xwe derkevin
KJB: Em di Newroza Amedê de xwedî li projeya Rêbertiyê xwe derkevin
KJB: Em di Newroza Amedê de xwedî li projeya Rêbertiyê xwe derkevin
Koordînasyona KJB’ê peyamek weşand û Newroz pîroz kir. KJB’ê diyar kir ku Newroz li axa Mezopotamyayê sembola cejna aştî, biratî, demokrasî, azadî û heqîqetê ye. KJB’ê wiha got: “Di serî de li Wan, Colemêrg û Stenbolê, jinên kurd ji bilî azadiya rêbertiya û statuya azadiyê tu tiştek qebûl nekirin û ev nîşanê hemû kesî dane. Hêza Newroza 2013’an di ruhê serkeftin û azadiyê de divê helwesta berxwedanê de, biryar û îradeyê de veşartiye.
KJB’ê da zanîn ku ew bi coş, kelecan û ruhê berxwedanê vê Newrozê pîroz dikin. KJB’ê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em cejna Newrozê ya Rêber Apo bi hezkirin û bêrîkirineke mezin pîroz dikin. Em cejna Newrozê ya gelê xwe pîroz dikin. Em cejna vejînê ya Newrozê li hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya cîhanê pîroz dikin. Em şehîdên xwe yên ku li dijî zilm, wehşet û zextan bi dirûşmeya ‘Berxwedan jiyan e’ Kawayê Hemdem Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan, Sema Yuce û hemû şehîdên xwe bibîrtînin.”
KJB’ê da zanîn ku ji 9’ê Adarê heta niha agirê Newrozê pê ketiye û li her çar parçeyên Kurdistan û bajarên Tirkieyê gur bûye û wiha hate gotin: “ Newroza 2013’an de bi coş û heyecana cejna azadiyê û edaletê tê pîrozkirin. Li Stenbol, Wan û Colemêrgê jinên kurd ji bilî azadiya Rêber Apo û statuya azadiyê tu tiştekî qebûl nakin û biryara xwe ya ku qebûl nekin jî ji hemû cîhanê re qîr kirin. Hêza Newroza 2013’an di ruhê serkeftin û berxwedanê de ye.
Bi pêşengiya Rêber Apo kevneşopiya têkoşîn û berxwedana 40 salî nîşan daye ku bi jinên kurd û gelê kurd de hişmendiya azadiyê veguheriye eşqê. Bi vê hişmendiyê xwe bi rêxistin kiriye û hêza têkoşîn û çalakî pêş xistiye.”
Koordînasyona KJB’ê da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo nexşerêya xwe di Newrozê de îlan bike xwe amade dike û divê gelê me di alî ku hêza xwe ya çareseriyê bi afirîne de têkoşîna xwe bilind bike û peyama ku ji rizgariya demokrastîk bide. Em ji bo vê yekê Newroza 2013’an bi hêz, hêvî û coşeke mezin pêşwazî dikin.
Baweriya me bi kevneşoiya 40 salî ya hêz, serkeftina bi pêşengiya Rêber Apo tame. Ji bo pêvajoya ku serokatiya me daye destpêkirin bigihêje serkeftinê em dê xebata xwe ji her demê wêdetir pêşve bibin.
Ger AKP di vê pêvajoyê de rast nêz nebe, serokatî, tevger û gelê me xwedî hêz, îrade û biryara ku dê aleternatîfa xwe biafirîneye. Em bang li hemû gelê kurd dikin ku bi hêzeke mezin tevli Newroza Amedê ya 21’ê Adarê bibe.”