KJB: Egîd xeta PKK’ê ya ku hatiye qezenckirin û ber bi serkeftinê ve ye
KJB: Egîd xeta PKK’ê ya ku hatiye qezenckirin û ber bi serkeftinê ve ye
KJB: Egîd xeta PKK’ê ya ku hatiye qezenckirin û ber bi serkeftinê ve ye
KJB’ê fermandarê gerîla Mahsum Korkmaz (Egîd) û kesên di têkoşîna azadiyê de di meha adarê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. KJB’ê balkişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ev mizginiya serkeftina têkoşîna me ya 40 salan e.
Koordînasyona KJB’ê bi wesîleya şehadeta Fermandar Mahsum Korkmaz peyamek weşand. Di peyamê de fermandar Egîd û kesên di têkoşîna azadiyê de meha adarê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
KJB got dîroka têkoşîna 40 salî ya PKK’ê bi berxwedanan tije ye û got: “ 28’ê Adarê ku dîroka şehadeta fermandar Egîde, xeleka herî bi hêz ya vê berxwednê ye. ronahiya herî bi hêz ya ku riya berxwedanê vekiriye. Fermandarê mezin Egîd pêşengê şoreşa vejînê, kadroyeke pêşeng e. Bi rêbaza xwe ya stratekîk, taktîka xwe ya şer û hêza xw eya afrîner, kesayeta xwe ya pratîk bûye sebola fermandariya PKK, mîlîtaniya Apoçitiyê. Xeta meşa berbi serkeftinê ye. Em di şexsê Fermandar Egîd de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin.
Meha Adarê meha berxwedan û qehremaniyê ye.Bi pêşengiya hevala me fermdar Arjîn de dîsa şehadeta 14 hevalên me di vê mehê de pêk hatiye. Ev berxwedana jina azadi ya di arefeya hefteya qehremaniyê depêk hat, di dîroka têkoşîn azaidya jinê de cihê xwe girt. bi vê berxwedanê xelekek nû li zincîra berxwedanê zêde bû. em li hemberî bîranînên rêhevalên xwe serî ditewînin.
Gelekî ku êdî di dîrokê de tune bibû, serê wan bi betonê hatibû girtin, ancax bi berxwedaneke wisa dikarîbû ji nûve derketiba holê. Heta vejîn pêk nehata dê rizgarî wek xeyalekî bima. Şerê 30 salî ev veguhert rastî û heqîqetê. Gelê kurd berxwedana Mazluman, Kemalan, Hariyan, Egîdan, Bêrîtanan, Zilaan, Arjînan û Sarayan temam kir û rizgarî bi dest xist. Vê berxwedana dîrokê gelê kurd kir xwedî îrade û hişmend. Nasname da qezenckirin û jinên bi rêxistinkirî derxis holê.
Gelê kurd li ser van nirxên têkoşîna mezin îro pergala demokratîk û jiyana azad ava dike. manîfestoya sedsala 21’ê ya Rêber Apo, projeya şaristaniya dmeokratîk li ser nirxên mezin û zemînan bilind dibe. Rêber Apo banga aştiya demokratîk û projeya rizgariya demokratîk û jiyana azad îlan dike. “
KJB’ê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “ Şerê me yê azadiyê di xeta fermandar Egîd de bilind bûye û nirxên pir mezin bi dest xistiye. Ev asta nû, asta avakirina pergala demokratîk û jiyana azad e. Banga rêbertiya me a di Newroza Amedê de mizginiya avakirina pergala demokratîk û jiyana azad dide. Ev mizgînî serkeftina têkoşîna me ya 40 salî ye. Ev serkeftina şehîdên mezin, gelê kurd û jinên kurd e.
Em dîsa di şexsê fermandar Egîd de hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin û soza xwe ya ji bo bilinkirina têkoşîna wan nû dikin.”