KJB: Divê şert û mercên rêbertiya me bên başkirin
KJB: Divê şert û mercên rêbertiya me bên başkirin
KJB: Divê şert û mercên rêbertiya me bên başkirin
Koordînasyona KJB’ê da zanîn ku “Rêber Apo di esasa çareseriya pirsgirêka kurd a aştî û demokratîkbûnê de pêvajoya çareseriyê ya sê pêngavn pêşniyar kiriye” û got: “Ev pêngav, bê pevçûn, pêşvekirina pêvajoya demokratîk-makeqanûnî û normalbûn e.”
KJB’ê da zanîn ku ji bo ev pêngav bi awayekî baş bi rêve biçin û encam bê girtin tevgera jinan rola sereke girtiye ser xwe û got: “Rêber Apo di şert û mercên zor û zehmet de bi îrade û hewldaneke heybet vê pêvajoyê dimeşîne. Ji ber vê divê şert û mercên Rêbertiyê bên sererastkirin û neçare wisa be.”
Koordînasyonê anî ziman ku ji bo ev pêvajo baş bimeşe divê hemû kes rol û berpirsyariya xwe bîne cih.
KJB’ê wiha got: “Hemleya avakirina jiyaneke azad û rizgariya Demokratîk ya rêbertiyê di Newroza Amedê de îlan kir, bi hêviyek mezin hat pêşwazîkirin. Rêber Apo di her hevdîtina xwe de ev pêvajo şênber û kurtir kirye. Ev hamleya dîrokî, ji bo aştiyeke mayînde û bi rumet û hem jî ji bo biratî û azdiya gelan gelek girînge. Rêbertiya me, gel û tevgera me ev 40 sale pêşengiya berxwedan demokratîk dike. Niha Rêbertiya me ji çaresriyê sê pêngav diyar kiriye. Ev pêngav yek, rewşa bê pevçûn, pêşvebirina pêvajoya makeqanûnî-demokratî û normalbûne. Li ser banga serokatiya me, hêzên me yên gerîla di 25’ê Nîsanê de civînek çapemeniyê pêk anîn û vekişîn ji aliyê tevgera me ve hate îlankirin. Pêvajo hêj di asta muzakre û diyalogê de ye. ji ber vê jî vekişîn nayê wateya çarseriyê. Pêngaveke dîrokiye. Ev biryar mezibûna îradeya serokatiya me, tevger û gelê me nîşan dide. Divê ev pêngav ji aliyê AKP û aliyên têkildar ve baş bê fêm kirin. divê AKP di pêvajoya çareseriyê de samîmî û cidî tevbigere. Di vê mijarê de hêj pêngaveke şênber nehatiye avêtin.”
KJB’ê da zanîn têkoşîna azadiya jinê di têkoşîna 40 salî de ji bo azadkirina jinan û civakê roleke pêşeng lîstiye û wiha hat gotin: “Niha di vê pêvajoyê de peywirek girîng dikeve ser milê jinan. Em wek tevgera jinan a azad berpirsyariya xwe dizanin. Ji bo ku pêngavên Rêber Apo diyar kirin bigihêje encamê em rola pêşeng digirin ser milê xwe. Rêber Apo li Îmraliyê din ava şert û mercê giran de, bi îrade û hewldaneke mezin pêvajoyê dimeşîne. Ji ber vê jî divê demildest şert û mercên serokatiya me bê başkirin. Ji bo ev pêvajo bi serkeftî encam bide, başkirina şert û mercan ferze.
Vekişîn ku pêngava yekemîn îfade dike, ji bo bi serkeftinê bi encam bibe, em hewl didin. Li Bakûr di nav gerîla de hêza me ya gerîlayên jin hene. Em wek jinên ku ji bo têkoşînê bedelên mezin dane, ji bo serkeftina pêvajoyê hêza me ya parastina rewa YJA STAR’ê dê bi pêvajoya vekişînê de be. Ji ber vê divê jin bi hêzeke mezin xwedî li pêvajoyê derkeve û ji bom e gelek girînge.
Ji bo ku ev dema dîrokî di esasa aştî û çareseriyê de pêşde biçe rola girîng dikeve ser milê hemû kesî. Divê rast û samîmî nêzî pêvajoyê bibin. Hemû kesên li dijî vê pêvajoyê bisekinin dê bikevin sepeta çopê ya dîrokê. Serkeftina pêvajoyê bi pêşengiya jin, dayikan, ciwanan û gelê me mumkune.”