‘Kirinên Talîbanê yên hemberî jinan, sûcên li dijî mirovahiyê ne’

Di raporekê de ku ji aliyê Rêxistina Efûya ya Navneteweyî û Komîsyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ve hat weşandin, hat diyarkirin ku li Efxanistanê kirinên Talibanê yên berpêyî jin û zarokan, sûc in li dijî mirovahiyê.

Li gor rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Komîsyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ku roja Îniyê hat weşandin, Kirinên Talîbanê yên hemberî jin û zarokan ên li Efxanistanê, sûc in li dijî mirovahiyê.

Rêxistinên analîza hiqûqî ya rewşa li Efxanistanê kir, gihîştin vê encamê: ‘’Talîban bi jinan re şer dike û ev zilm dibe ku sûcekê li dijî mirovahiyê be.’’

Her du rêxistinên civakî yên sivîl, ji xeynî sînordarkirinên hemberî mafên jin û zarokan, di raporê de îşaret bi girtin, wendakirina bi zorê, êşkence û kirinên xerab ên Talîbanê jî kiriye.

Li gor Rêxistina Efûyê, divê êdî mirov tevbigere. Di raporê de her wiha bang li dozgerên Dadgeha Ceza ya Navneteweyî jî hat kirin ku vî sûcî jî tev li lêpirsina heyî ya têkildarê rewşa Efxanistanê bikin.

Di raporê de bang li dewletan jî hat kirin ku li dijî Talîbanê rayeyên darazî yên cîhanî bi kar bînin û hat xwestin ku endamên sûcbar ên Talîbanê bên darizandin.