Kiliçaslan: Em gav bi şûn ve navêjin

Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Fatma Kiliçaslan destnîşan kir ku tevî hemû zextan wê li kolan, qadan bin û gav bi şûn ve navêjin.

Ji Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kiliçaslan, diyar kir ku dewleta li Kurdistanê li hemberî jinên HDP’î stratejiya şerê taybet dimeşîne.

Kiliçaslan a ji ANF’ê re axivî destnîşan kir ku dewlet bi rêbazên cihê nêzî jinên HDP’î dibe û got: “Dewlet li hember jinên HDP’î bi taybet li hember jinên li Kurdistanê stratejiyeke şerê taybet dimeşîne. Mirina Îpek Er gelek tiştan ji bo me vedibêje. Doza Mûsa Orhan ê ku 16’ê Cotmehê pêk hat, ji derve tê darezandin. Ji derve darezandin mînaka şerê taybet e. Di demê dawî de jin pir tên şopandin, tên revandin û êşkence lê tên kirin.”

Kiliçaslan bal kişand ku wê ev polîtîka bi ti şêweyî negihêjin encamê û wiha pêde çû: “Em vînekê raber dikin, ji bo siberoja xwe bê berjewendî di nava hewldanan de ne. Tevî zextan jî em li vir in. Her ku biçe em ê zêde bibin, HDP her ku biçe wê bihêz bibe û wê hişmendiya HDP’ê di nava civakê de bê qebûlkirin. Em jin em ê jiyana xwe bi xwe biguherînin. Piştî qewimîna van hemû bûyeran, em ê li dijî hişmendiya mêr a serwer û hişmendiya faşîst bêjin; ‘Em ê li qadan bin’, bi domdarî li qadan bin. Ti zext û operasyonên tirsandinê wê gav bi me bi şûn ve nede avêtin.”