Kemalbay: Hûn sivîlên li Efrînê dikujin; berxwedan rewa ye

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay bal kişande ser komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê li ser sivîlan dike û got, "Gelê Efrînê niha mafê parastina rewa bi kar tîne."

HDP beriya Kongreya Mezin a 3. a Asayî ya 11’ê Sibatê nîqaşên xwe yên li ser pêvajoyê didomîne. Bi vê çarçoweyê li Enqerê Konferansa 2. a Jinan pêk hat.

Di konferansê de Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay axivî.

‘ERDOGAN JI BO FAŞÎZMA XWE PÊDIVÎ BI ŞER DIBÎNE’

Kemalbay di axaftina xwe de bal kişande ser şêwaza rêveberina rejîma AKP’ê û got, "Dixwazin faşîzmê bidomînin. Lê gel vê rejîma yek zilamî qebûl nakine. Ji bo vê jî rejîma AKP-Erdogan pêdivî bi şer dibîne, ji bo vê jî li ser Efrînê hewldana dagirkeriyê dike. Ji bo vê jî êrîşê bi ser partiya me, nûçegihan, akademîsyenan, bijîşkan de tîne. Lê çi qasî jî girtîgehan çêbikin, wê nikaribin bi milyonan parazvanên aştiyê rehîn bigirin."

‘HÊZÊN SERWER DIXWAZIN VÎNA KURDAN TINE BIKIN’

Kemalbay bi domdarî got: "Hewldana dagirkeriyê ya li ser Efrînê ne meşrû ye. Efrîn di bin serweriya Sûriyê de ye. Gelê Efrînê ku di dema şer de mafê xwe parastî ji bo jiyaneke demokratîk hewl dide. Li Rojava ji bo pergala demokratîk gel hatin cem hev. Bi hevtemsîla jinan jiyaneke demokratîk hatiye avakirin" û bi domdarî wiha pê de çû, "Hêzên serwer dixwazin vê daxwaza gelê Kurd tine bikin. Ji ber ku ev pêvajo gefê li hemû hêzên serwer dixwe."

‘LI EFRÎNÊ DAGIRKERÎ Û KOMKUJÎ HEYE’

Kemalbay bal kişande ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê û got, "Ev êrîşên li ser Efrînê nayên qebûlkirin. Li dijî vê êrîşa bi hevkariya serwerên dinyayê gel wê bersivê bidin. Di serî de gelên Efrînê, helwesta gelên Rojhilata Navîn wê encama vî şerî diyar bike. Li dijî mirinên sivîlan ên li Efrînê deng bilind bûye. Gel li kuçeyan in."

Kemalbay bal kişande ser komkujiyan û got, "Heke hûn li çapemeniya navnetewî, raporên saziyên navnetewî binerin wê were dîtin ku hûn li Efrînê komkujiyê dikin. Ji bo vê jî hûn ê li dadgehên navnetewî werin darizandin."

‘KÎ ROKÊTAN DAVEJE’?

Kemalbay li ser rokêtên ku li Kilîsê dikevin jî gotina berê ya Misteşarê MÎT’a Tirk bi bîr xist û amaje pê kir ku ev rokêt ji hêla hêzên dewleta Tirk ve bi ser Kilîsê de têne avêtin.

‘EFRÎN MAFÊ XWEPARASTINA REWA BI KAR TÎNE’

Kemalbay got li gorî NY’yê Tirkiye mafê xweparastina rewa bi kar tîne û got, "Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin. Ev ne mafê xweparastina rewa ye. Berovajî niha gelê Efrînê mafê xweparastina rewa bi kar tîne."

‘HÛN Ê TÊK BIÇIN Û HESAB BIDIN’

Kemalbay bal kişande ser hevkariya Erdogan û ‘OSO’ û got: "Hûn ê têk biçin. Hemû sûcê we li Tirkiyeya demokratîk ya ku bi destê me wê were avakirin wê derkeve holê. Dema ku demokrasî hate vî welatî, ên ku bi bermahiya çeteyên DAÎŞ’ê re ku jin li bazaran firotin, ên tecawizkar OSO re hevkarî kirin wê hesab bidin me."