KCDP: Heta niha 259 jin hatine qetilkirin

KCDP’ê diyar kir ku piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê heta niha 259 jin hatine qetilkirin.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) bi raporekê ragihand ku piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê heta niha 259 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 239 jin bi awayek guman hatine qetilkirin.

DI MEHEKÊ DE 31 JIN HATIN QETILKIRIN

KCDP’ê rapora xwe ya meha Hezîranê jî aşkera kir û got: “Di meha Hezîranê de 31 jin ji aliyê mêran ve û 22 jin jî bi awayek guman hatine qetilkirin. Her wiha di van komkujiyan de jî 5 zarok ligel dayika xwe hatine qetilkirin.“