KCD dê 'heyeta jinên aqilmend' ava bike

KCD dê 'heyeta jinên aqilmend' ava bike

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di Duyemîn Hevdîtina Jinan a Kurd de biryara ‘Dê di pêvajoya muzakere û çareseriyê de heyeta aqilmendên jin ava bikin’ girt.  Her wiha hate gotin ku dê di pêvajoya çêkirina makeqanûnê de jî jin bibin alî.

2’emîn Hevdîtina Jinan a Kurd di 14’ê Nîsanê de ji aliyê KCD’ê ve pêk hat. Encamnameya wê hate weşandin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ew ketine pêvajoyeke nû û wiha hate gotin: “Em wek jinên kurd şahidiya destpêkek nû dikin.  Gelê kurd yê ku 40 sale bedelên mezin dide, ku ji nûve di înşakirina modernîteya demokratîk de rola pêşeng dilîze, li erdnîgariya Rojhilata Navîn di şexsê jina kurd de sedsala jinan jî şîn dibe. Çawa ku pirsgirêka kurd pirsgirêkek netewî ye, ji geşedanên polîtîk yên dîrokî û rojevî ya Rojhilata navîn cuda nayê girtin. Pêvajoya li Rojavayê Suriyeyê dest pê kir, li Bakurê Kurdistanê greva birçîbûnê ya deh hezar girtiyên kurd û her wiha têkoşîna mezin ya 14 sale li Îmraliyê tê meşandin ev pêvajo daye destpêkirin. Êdî di vê demê de siyasetda demokratîk, îdeolojîk û fikr derketine pêş.  Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî destpêkek nû ye.”

Her wiha hate diyar kirin ku ji 34 saziyan 64 jin tevli bûne û nêrîn û pêşniyarên wan hatine girtin.

JIN DÊ BIBIN ALÎ

Di encamnameyê de wiha got gotin: “Civîn j bo şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di civîna me de Komkujiya Parîsê, opersyonên KCK’ê, komkujiyên Roboskê û Enfalê di dîroka nehatiye nivîsin ya jinê de hatiye mehkumkirin. Piştî axaftina hvseroka KCD’ê Aysel Tugluk li ser sernavên weke ‘Di pêvajoyên muzakereyê de rola jinan û di sererastkirina makeqanûnî de aligiriya jinan’ civînê dest pê kir.

Di civîna me de nêrînên derketine pêş ew e ku  di pevajoya ku Birêz Ocalan daye destpêkirin de şert û mercên wekhev tune.  AKP li gorî xwe pêvajoyê bi rêve dibe. Her wiha nîqaşên tevlibûna jinan a vê pêvajoyê jî hate nîqaşkirin.  Di komîsyona Aqilmendan de kêmbûna jinan hate nîqaşkirin. Di pêvajoyên şer de herî zêde jin êşê dikişînin.  Ji ber vê jî temînata aştiyê ancax jin pêk bînin.

BIRYAR

Biryarên hatine girtin wiha ne:

"1-Di pêvajoya çareserî û muzakereyê de avakirina heyeta aqilmendan, di çarçoveya bernameya hevpar a jinên kurd û tirk de ev xebat bê meşandin. Di çarçoveya bernameya xebata heyeta Aqilmendên jin de

A-Muzakerevanê Çavdêr

B- Muzakerevanê Paralel

C-Muzakerevanê Şahid

D- Avakirina Komîsyonên muzakeravanên şêwirmend

E-Di çêkirina Makeqanûna alîgirbûna jinan

2-Di civînê de  avakirina komîsyoneke ku pêvajoya vegera li gundan bişopîne û polîtîkayên aboriyê yên komînal ên jinan bike jiyanê û ev komîsyon demildest dest bi xebatê bike.

3- di van heyetan de divê tespîtên hêmaya aktîf ya vê pêvajoyê yên malbatên gerîla û leşkeran ku rastî koçberiyê  hatine, dayikên şemiyê, jin û tevgerên jinan û kesên LGBT bê kirin û bi jinên kurd û tirk re xeta têkoşîneke hevpar bê avakirin û di bin yek siwaneyekê de bînin cem hev.

4- Delegasyonên  Konferansa jinan  a ‘Ji bo aştiyê hewldana jinan’ a di 4’ê Gulanê de pêk tê di civînê de hatiye diyarkirin.  ji bo vê konferansê banga tevlibûneke delegasyona temsîlê hatiye kirin.

5-jib o ku komên baweriyên cuda û etnîk yên Kurdistanê tevli hevdîtinên bi vî rengî bibin, komîte bê avakirin. Di vê komîteyê de meclisê jina yên KCD, HDK, SKM û Tango Med hatine peywirdarkirin.

6-Ji bo serdana Rojava biryara avakirina heyete jina hatiye girtin.

7- Biryara serdana rojekê ya ji bo piştevaniya malbatên Roboskê hatiye girtin.

 8-Ji bo ku jinên li Dêrsimê dest ji cerdevaniyê berdin heyete ji jinên Meya-der û dayikê aştiyê pêk tê biçin Dersimê.

 9-Ji tecrubeyên jinên pêvajoyên muzakereyê ya cîhanê divê mînak bê girtin û komîsyonek jinan a lêkolîna heqîqetê bê avakirin.

 10-Her wiha tacîz, tecawzî û qirkirina jinê di çarçoveya sûcên şer de bên dest girtin.

 11- biryara tevlibûna civîna meclisa jinan a BDP’ê ya 28’ê nîsanê û konferansa meclisa jinan a HDK’ê ya di 11-12’ê Nîsanê de pêk tê hatiye girtin.”