KBDH: Ji bo hilweşandina desthilatdariyê em ê sala nû tundiya şoreşgerî mezintir bikin!

KBDH'ê diyar kir ku jinan di nava salê de li tevahiya cîhanê berxwedan mezin kirin û got, "Ji bo hilweşandina dewleta Tirk, em ê li çiyê û bajaran tundiya şoreşgerî bilind bikin. Em ê faşîzmê û serweriya mêr hilweşînin."

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya sala nû daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku saleke nû ya têkoşînê ji bo wan destpê dike û di destpêkê de hate gotin, "Di şexsê Amara, Sara, Rûken, Helbest, Zeynep, Jiyan û Nagîhan Akarsel de ku vê demê di têkoşîna şoreşgerî de şehîd bûn, em şehîdan hemûyan bi bîr tînin.

Di daxuyaniya KBDH'ê de ji xwepêşandanên 8'ê Adarê heta bi serhildana 'Jîna' ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên jinan ên li dijî desthilatdariya mêr bi berfirehî hatin nirxandin.

Konseya Rêveber a KBDH'ê diyar kir ku tundiya li dijî jinê, ji bo dewamkirina sîstema kapîtalîst patriyarkal e û got, "Weke encamek ji krîza aborî, siyasî, civakî û çandî ya li Tirkiyeyê yekane amûra ku di destê desthilatdariyê de maye, tundî ye. Lewma tundiya li hemberî jinê bi rêxistinî ye, polîtîk e."

KBDH'ê destnîşan kir ku dînamîkên têkoşîna hevpar a jinan bêhtir bi pêş ketine û wiha dewam kir, "Di nava van şert û mercan de jin li dijî êrişên li ser beden, ked û zayenda xwe, gavan diavêje. Êdî jiyana ku hinekan ji bo wan diyar kirine, ji xwe re weke çarenûsê qebûl nakin."

KBDH'ê ragihand ku jin li rêyên têkoşîna hevpar digerin û wiha dewam kir, "Jin li dijî tundiya mêr-dewletê, ji bo wekheviya maf dadikevin qadan û kolanan. Bi qasî ku hêrsa xwe ya li dijî komkujiya jinan û êrîşên zayendî nîşan didin, her wiha daxwaza mûçeyê wekhev û wekheviyê dikin. Ji bo keda xwe bide xuyakirin, ji bo barê hilberînê bi tena serê xwe hilnegirin, dimeşin. Li hemberî ragirtina li nava saziya malbatê radibin, ku hêmana bingehîn a sîstema kapîtalîst patriyarkal e. Ji bo vê meşê di şoreşa jinê bigihînin hev; em ê têkoşîna rizgariya neteweyî-zayendî-civakî-çînî mezin bikin."

Di daxuyaniyê de li ser armanc û karên sala nû jî wiha hate gotin:

"Bi navê Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan;

- Ji bo hilweşandina dewleta Tirk a faşîst dijminê jinan, tecawizkar, dagirker û înkarker, em ê li çiyê û bajaran bi zimanê çalakiyê biaxivin û tundiya şoreşgerî mezin bikin.

- Em ê pêşî li êrîşên dagirkeriyê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li herêmê bigirin, li gel têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tevbigerin û sîstema kapîtalîst patriyarkal hilweşînin.

- Em ê li gel her jinekê bin ku li ber xwe dide, red dike, dibêje na û mafê xwe yê xweparastinê bi kar tîne. Em ê xwe bigihînin her jinekê ku dixwaze têkoşîna azadiyê ya jinê bimeşîne.

- Li dijî talankirina ked û bedenê em ê xwe bi rêxistin bikin û şer bikin.

- Em ê berxwedana jinên dîlgirtî mezin bikin ku girtîgeh kirine qada têkoşîna azadiyê.

- Em ê bibin dengê raperîna jinê ya li Îranê, têkoşîna jinê ya yekbûyî ya bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' tê meşandin, mezin bikin.

- Em ê Şoreşa Rojava biparêzin.

- Em ê serweriya mêr û faşîzmê têk bibin, azad bibin."