KBDH: Her kesên li ber Îsraîlê radibin divê li ber dewleta Tirk jî rabin

KBDH'ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û Îsraîlê û got, "Gelên Fîlîstîn û Kurd wê bi ser bikevin, dagirker wê têk biçin. Her kesên li ber dewleta Îsraîlê radibin, divê li be dewleta Tirk a faşîst dagirker jî rabin."

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) daxuyaniyek weşand û got, "Îsraîl a siyonîst bi komkujî, sirgûnkirina bi komî û bêmalkirinê dest danî ser xaka Fîlîstînê, bi piştgiriya dewletên Rojavayî yên emperyalîst weke dewleteke mêtinger ava bû. Ji roja ku ava bû û vir ve gelê Fîlîstînê yê ku tê qetilkirin û ji cih û warê xwe dibe, têkoşîna azadiyê ya neteweyî dimeşîne, weke neteweyekê mafê xwe yê hebûnê dixwaze."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dîroka berxwedanê ya Fîlîstînê di heman demê de dîroka geşbûna şoreşgeriya enternayonal e. Berxwedana Fîlîstînê li ser xeteke welê bi rê ve çû ku derfet da tevgerên şoreşger ên ji herêmên cuda yên cîhanê" wiha hate dewamkirin, "Tevî ku salên dawî tevgerên Îslamî bûne hêmana esasî ya berxwedanê, rêxistinên şoreşger ên mîna FHKC û FDHKC hîn jî esasê enternasyonalîzmê ne ku bingeha berxwedana Fîlîstînê ye."

'HERDU GEL DI BIN DAGIRKERÎ Û QIRKIRINÊ DE NE'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên şoreşger ên Tirkiyeyî û Kurdistanî mîna doh îro jî bi gelê Fîlîstînê re ne ku li dijî siyonîzmê têdikoşe, daxwaza azadî û rizgariya neteweyî bilind dike û hate gotin, "Di salên 1970yî de kadroyên pêşeng ên şoreşa Tirkiyeyê bi piştgiriya enternasyonal a hêzên berxwedana Fîlîstînê xwe ji aliyê leşkerî ve amade kirin û bûn afirînerên pêngava sala 1971'ê. Wê demê hêz û derdorên Îslamî û Tirkperest ên li Tirkiyeyê di çarçoveya saziyên şer ên ne nîzamî yên NATO'yê de li dijî şoreşa Fîlîstînê tevdigeriyan. Lê belê tevgera şoreşger a Tirkiye-Kurdistanê li xaka Fîlîstînê tevî hêzên berxwedanê û gelê Fîlîstînê li dijî siyonîzm-emperyalîzmê têkoşiyan. Bi dehan şoreşgerên Tirkiyeyî û Kurdistanî dema ku li nava refên gelê Fîlîstînê şer kirin, tevlî karwanê nemiran bûn.

Du gelên ku li Rojhilata Navîn li azadiyê digerin; Fîlîstînî û Kurd...

Du welatên hatine dagirkirin, du gelên di bin êrîşa qirikrinê de ne û du çemên berxwedanê yên bi salan neçikiyan...

Bûyerên ku di nava meha dawî de qewimîn nîşan dan ku Îsraîl û Tirkiye ji aliyê dagirkerî û mêtingeriyê ve xwe di nava pêşbirkê de ne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêyî ku sivîl û leşker ji hev werin cudakirin, mirin li ser gel barandin. Çavkaniyên wan ên jiyanî, binesazî, navendên enerjî, av û xurekê û nexweşxane hatin bombekirin. Yê din jî 7’ê Cotmehê piştî pêngava hêzên berxwedanê ya Fîlîstînê, êrîşa qirkirinê li ser Gazzeyê da destpêkirin. Bi hezaran sivîl qetil kir û bi hezaran birîndar kir.

Dewleta Tirk a faşîst dixwaze destketiyên gelê Kurd û jinên Kurd ên li hemû parçeyên Kurdistanê tune bike. Sûcên ku dewleta Îsraîlê li dijî Fîlîstînê û gelên herêmê dike, ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve bi eşkere tê dîtin. Li aliyê din gelên Tirkiyeyê nabîne ku dewleta Tirk a dagirker û mêtinger hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelên herêmê mîna Îsraîla duyemîn e. Lê çawa ku Îsraîl nasname û dîroka gelê Fîlîstînê înkar dike û dixwaze tune bike, dewleta Tirk a faşîst jî armanc dike ku nasname û dîroka gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya Kurd tune bike. Her kesên ku dibêje ji Fîlîstînê re azadî (eger ne durû be), divê bêje ji Kurdistanê re jî azadî. 

Ji bo parastina destketiyên gelê Kurd, em ê li dijî dewleta Tirk a faşîst têkoşîna şoreşa yekbûyî mezin bikin!

Berxwedana gelê Fîlîstînê rewa ye. Em ê ji bo Fîlîstîna azad, bi piştevaniya enternasyonal xwedî li berxwedana gelê Fîlîstînê derkevin!"