KBDH: Em ê şîddeta li ser jinan bidin sekinandin

KBDH: Em ê bi têkoşîna jinan a yekgirtî û tevî milîsên wê şîddetê bidin sekinandin.

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“25’ê Mijdarê ji bo me jinan rojeke girîng a têkoşînê ye. Dema ku mêr dîrokê dinivîsin, jinan tune dihesibînin lê jinan her dem hebûn û rolên şoreşger pêk anîn. Desthilatdariyên faşîst di dîroka xwe de zayenda mêran derdixin pêş û li di têkoşîna li dijî faşîzmê de jî jin tên dîtin. Em bi wesîleyê Xwişkên Mîral ên ku dîroka 25’ê Mijdarê amade kirine, bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em tevgera jin a enternasyonal li hemberî faşîzm û serweriya mêran têdikoşin û nasnameyên zayendî yên bindest silav dikin.

Em şîddeta li ser jinan bi hêza xwe ya xweser û cewherî dikarin bibin sekinandin. Bi têkoşîna jinan a yekgirtî em dikarin şîddetê bidin sekinandin. Tevgera jinan di şertên herî zehmet de li kolan û qadan bû. Em ê deskeftiyên xwe biparêzin û têkoşîna xwe geştir bikin. Kesên Denîz Poyraz , Îpek Er, Yeldan Kahraman û Şûle Çet kuştin,  tecawizê girtiyay siyasî Garîbe Gezer kirin, kesên jinê Efrîn û Şengalê  qir kirin û kesên dewleta birjûwa ya dewleta Tirk a faşîst li ser pêyan dihêlin, divê werin cezakirin.”