KBDH'ê Aynûr Ada û Ceren Guneş bi bîr anî
Konseya Giştî ya KBDH'ê şoreşgerên enternasyonalîst Ceren Guneş û Aynûr Ada bi bîr anî ku di Mijdara 2019'an de li Serêkaniyê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûn.
Konseya Giştî ya KBDH'ê şoreşgerên enternasyonalîst Ceren Guneş û Aynûr Ada bi bîr anî ku di Mijdara 2019'an de li Serêkaniyê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûn.
Di daxuyaniya Konseya Giştî ya KBHD'ê de hate gotin, "Du şoreşgerên enternasyonalîst, du jin ên komunar Aynûr û Ceren di parastina Şoreşa Rojava de li dijî artêşa dewleta Tirk a faşîst mêtinger dagirker û çeteyên cîhadîst li hemberî dagirkirina Serêkaniyê şer kirin. Di 3'ê Mijdara 2019'an de Ceren Guneş, di 6'ê Mijdara 2019'an de jî hevrê Aynûr Ada li refên herî pêş hevrêtî bi têkoşîna xwe şênber kirin û bi şer tevlî nava karwanên nemiran bûn."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Weke Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) em careke din destnîşan dikin ku bi biryardarî xwedî li têkoşîna şoreşgerî ya hevrêyên me Aynûr û Ceren derdikevin.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji sala 2014'an û pê ve bi 'Plana têkbirinê' êrîşê dibe ser hemû destketiyên li cografya Kurdistanê yên gelê Kurd. Helw dide ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û Şoreşa Rojava tasfiye bike.
Şoreşgerên Tirkiyeyî li dijî polîtîkayên mêtingerî û dagirkeriyê bi hişmendiya şoreşgeriyeke enternasyonalîst pratîka hevrêtiyê ya dîrokî nîşan didin û ji nifşan re dibin mînak. Mîna şoreşgerên beriya xwe ku di Şerê Navxweyî yê Spanyayê, li çeperên Fîlîstînê û li çiyayên Kurdistanê şer kirin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê zext û polîtîkayên mêtingeriyê yên li ser gelên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rengekî bêrehm dewam dike û hate gotin, "Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tundiya mêr-dewletê ya li dijî jinan û nasnameyên zayendî yên bindest her roj zêde dibe. Kuştina jinan, destdirêjiya li zarokan ji aliyê desthilatdariya serwer a mêr ve têne asayîkirin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî polîtîkayên mêtingerî û zextê yên desthilatdariya faşîst a mêr a serwer, çareserî tevlîbûna li têkoşîna şoreşê ya yekbûyî ye, birêxistinkirina têkşoîna şoreşê ya yekbûyî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî polîtîkayên mêtingeriyê û zextê yên sîstemê, têkoşîn, birêxistinbûn û hesabpirsîn divê nêzîkatiya me ya bingehîn be. Yên ku canê xwe feda kirin, ev pratîka şoreşgerî ya bi biryar nîşanî me dan. Hevrê Aynûr û Ceren xeyalên bûrjûva ya biçûk a sîstema mêtinger kapîtalîst di şexsê xwe de hilweşandin, têkoşîna xwe bi têkoşîna çîna karker, gelên bindest û jinan re kirin yek.
Hevrê Ceren û Aynûr ku hîn di dema lîseyê de li ber neheqiyê rabûn, berê xwe dan têkoşîna rêxistinbûyî ya li dijî paşverûtiyê, di temenê xwe yê ciwan de sekneke milîtanî nîşan dan, di parastina Şoreşa Rojava de bi hişmendiya femînîst sosyalîst û azadiya jinê tevgeriyan, her wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anîn û heta kêliya dawî ya berxwedanê bi îradeya şoreşgerî tevgeriyan. Herdu şoreşgerên komunar ku tevlî gelek pêngavên parastina Şoreşa Rojava bûn, bi fermandariya şoreşa yekbûyî ya jinê rabûn û tecrûbeyên girîng ji me re hiştin.
Li dijî mêtingerî û dagirkeriyê bi gotina 'berxwedan dibe' têkoşîna xwe ya li hemberî serweriya mêr, komkujiyên jinan, mêtingerî û zextê bi têkoşîna jinê û gelan ên Rojhilata Navîn re kirin yek û ji bo gelên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, çîna karker û jinan hîn jî hêvî ne."
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîn, daxwaz û biryardariya têkoşînê ya Aynûr û Ceren hîn jî rê nîşanî wan dide.