Kavenda li dijî 200 pastarî sekinî

Şehbanûr Zorbay (Kavenda Agirî) bi tîma xwe li dijî 200 leşkerên Îranê heta bi guleya xwe dawî şer kir. Bi bombeya xwe ya dawî şehîd bû.

Şehbanûr  Zorbat (Kavenda Agirî) gerîlayeke 10 salî bû. Piştî eniyên şer ên Bakur niha li Rojhilat xebat dikir ku tim dixwest li vir be. Bi tîma xwe, li dijî 200 leşkerên Îranê heta bi guleya xwe dawî şer kir. Bi bombeya xwe ya dawî şehîd bû.

Kavenda Agirî li Eyaleta Ciwanro-Salasê, girêdayî Bavacaniyê bi 5 hevalê xwe re li dijî pastarên Îranê şer kir û şehîd bû. Hevalên Kavenda Agirî behsa berxwedana wê ya mezin û kesayatiya wê ya têkoşer kirin.

Seşbahnûr Zorbat (Kavenda Agirî) 1984’an li Agirî tê dinê û 2005’an tevlî nav refên PKK’ê dibe. 22’yê Gulanê li Bavacanî ya Salasê di pastarên Îranê re dikeve şer û bi 5 hevalên xwe re şehîd dikeve. Yek ji hevalê wê yê têkoşînê Bêrîtan Zagros dibêje ew bê rawest tim bi têkoşînê ve dibeziya û li têkbirina dijmin asê dibû. Zagros hêla wê ya fermandarî destnîşan dike û dibêje şervanên di venêrana wê de bi sirûştî motîve dikir. Zagros dibêje Kevanda tişta ku ji PKK’ê standî dixwest ku bide hevalên xwe jî û ji bo vê jî pir ked dida û wiha diyar kir: ‘’ Tiştên ku ji partiyê werdigirtin sînordar nedikir. Bi pêş dixist û ev dewrî hevalan dikir. Bi rengî dixwest layiq bibe. Ji bo vê jî heval tim li derdora wê diciviyan û jê hez dikirin.’’

TIM DIXWEST LI ROJHILAT BE

Hevala wê ya têkoşînê Nûpelda Têkoşîn, dema ku 2013’an derbasî Rojhilat bûyî Kavenda nas dikir. Têkoşîn got, ‘’Wê demê nû ji nav pratîkê hatibû û pir jidil tevdigeriya’’ Têkoşîn diyar dike ku wan dema tim behsa Rojhilat dikir. Têkoşîn dibêje pir hişkere bû ku pir meyla wê li ser Rojhilat hebû û pir ji Rojhilat hez dikir, ji bo vê jî di nav gel de dema ku xebat dikir gel pir jê hez kiriye. Têkoşîn got, ‘’Xebata ku dikir her çi jî bûya giringiyek didayê û tim a xweşik tercîh dikir. Wiha bi baldarî xebatên partiyê dikir’’

NEKETE DESTÊ DIJMIN

Hevalên wê diyar kirin Kavenda beriya ku şehîd bikeve bi berxwedaneneke mezin şehîd bûye û gotin: ‘’Di wî şerî de ku lê şehîd bûbû, tenê bi tîma xwe re li dijî 200 pastarê Îranî şer kiriye. Berxwedaneke bêhempa bû. Heta bi guleya dawî hîç ranewestiya û şer kir û herî dawî bi bombeya xwe şehîd bû.’’