Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan diyar kir ku ji bo serketinê divê her kes destê Rêber Apo xurt bike û ev tişt destnîşan kirin: “Eşkere ye ku li wir hin diyalog û nîqaş bi Rêber Apo re tên kirin, lê belê piştî hevdîtinê weke tê zanîn ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtina bi malbatê re hate dayîn; piştre jî ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn. Li dijî şaredariyan êrîşên qeyûm pêk hatin. Eşkere ye ku evane hemû bi armanca zextkirinê tên pêkanîn. Bi vê rêbazê encam nayê wergirtin. Beriya her tiştî divê dewlet dest ji vê rêbaza encamwergirtina bi zext û tundiyê berde. Nêzîkatiyeke wiha ne exlaqî ye, ne jî hiqûqî; bi temamî baweriyê dihejîne û şêwazekî tevgera dermirovî ye. Divê dawî li zexta li ser Rêbertiya me, were. Bila bê zanîn ku, eger dawî lê neyê wê encamên vê dijwar bin.”
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan, bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê, bang li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kir. Karayilan ji xeynî wate û girîngiya PKK’ê ya ji bo gelê Kurdistanê û gelên herêmê, mijarên leşkerî û îdeolojîk jî nirxand. Karayilan bal kişand ser mijarên siyasî yên di rojevê de jî:
SALVEGERA 46’AN A DAMEZRANDINA PKK’Ê PÎROZ BE
Ji bo tevahî hevalan, silav û rêz. Em li ser navê Fermandariya Biryargeha Navendî 46’emîn salvegera partiya me, Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li we hemû hevalan pîroz dikin. Em bi navê tevahî gerîlayên azadiya Kurdistanê 46’emîn salvegera partiya me, Partiya Karkerên Kurdistanê li kedkarê mezin û avaker Rêber Apo pîroz dikin. Silav, rêzdarî û girêdanbûna xwe em pêşkêş dikin. Car din em salvegera partiya me, Partiya Karkerên Kurdistan, li tevahî gelên Kurdistanê, gelên herêma Rojhilata Navîn, li dostên gelên me, li dayikên şehîdan, li tevahî dilxwazan, xebatkaran, li tevahî kadroyên PKK’ê pîroz dikin. Di sala 47’emîn de em ji bo her kesê serketinê dixwazin.
Di vê salvegera pîroz de, tevahî şehîdên şoreşa Kurdistan di şexsê şehîdê yekem rêheval Hakî Karer û fedayiyên herî dawî Asya Alî û Rojger Hêlîn de em bi bîr tînin, li hemberî bîranîna wan serê xwe ditewînin û sozên me dayîn wan, em car din dubare dikin. Em ê heta dawî şopdarên xeta wan bin, ji bo bîranîna wan di bilindkirina têkoşîna azadiya rêbertî û azadiya Kurdistan de bidin jiyankirin, soza rêhevaltiyê em ê di her şert û mercî de xwedî lê derkevin.
DAMEZRANDINA PKK’Ê, BIRYARA BERXWEDANEKE NETEWEYÎ YE
Di salên 1970’î de li Kurdistanê tarîtî hebû. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê ji sala 1921’an heya ‘40’î qirkirina fîzîkî hebû, qetlîam hebû. Ji 40’î û şûnve qirkirina spî destpê kir. Êdî welê lê hat ku gelê Kurd, hebûna wê ket nîqaşê. Bêhêvîtî mezin bû. Sîstema mêtinger û qirkeriyê, li gelê me, gelê Kurdistanê koletî ferz kir. Di şert û mercên wisa de Rêber Apo di sala ‘73’yan de bi rê ket. Destpêkê di avakirina fikr û îdeolojî de kûranî çêkir. Li kêleka wê, tevgerkirin û avakirina komê bi rêxistin kir. Hîna di xebata îdeolojîk a komî de bû, dijmin ferq kir û bi destê komeke kontra êrîş pêş xist. Hevalê Hakî Karer di 18’ê Gulana ‘77’an de şehîd kir. Car din di salvegera şehadeta hevalê Hakî Karer de bi destê feodal û axayên Kurd, kontra û faşîstan li Hîlwanê hevalê Xelîl Çavgûn şehîd kirin. Ango hîn kom, navê xwe nîne, komeke îdeolojîk e, lê xebata Kurd û Kurdistanê dimeşîne. Lewma dijmin bi tevahî hêzên xwe yên taybet, bi nokerên Kurd êrîş bir ser komê. Berxwedana Hîlwanê li hemberî sîstema axatî, wisa destpê kir. Piştî ku berxwedan geş bû, ber bi serketinê ve diçû, civîna li gundê Fîs Kongreya Avakirina PKK’ê hate lidarxistin. Biryar li wir hatin girtin, Rêber Apo dibêje, her çendî biryara avakirina Partiyê bû, ewqas jî biryara berxwedana netewî bû. Ango dijmin teslîmiyet ferz dike, yan tu wê teslîmî bibî yan jî li ber xwe bidî, pêşî li tunebûna neteweya Kurd bigirî. Ew biryara Partîbûnê, bi esasî biryara berxwedana neteweyî ye. Ji bo ku berxwedan bê birêvebirin, Partî pêwîst bû. partî ji bo birêvebirinê hate avakirin. Ji wê demê heta niha, 46 sal in PKK vê berxwedan û şerê bi rêve dibe.
DÎROKA ME BI SERKETINÊN KADROYÊN XWEDÎ ÎRADEYA JI POLA, TEJÎ YE
Weke em dizanin PKK ne partiyek ji rêzê ye. partiya Rêberbûnê ye. Ango Rêberek ava bûye, fikir çêkiriye, tarz û felsefeyek ava kiriye û li ser vî hîmî beşdarbûn çêbûye, partîbûn çêbûye. Rêber Apo hîna di destpêkê de karakterê neyar baş tehlîl kiribû. Heya ku kesê bi biryar, fedekar, wek fedayî nebe, ne pêkane ku li hemberî vî neyarî têkoşîn pêş bikeve. Tespîta destpêkê jî wisa ye. Ji bo wê Rêber Apo li aliyekê di îdeolojiyê de kûranî, zelalî û biryarbûn ava kir, li ser wî hîmî perwerde dikir û kadro ava kir. Ger ku destpêkê wisa têkoşînek nehatiba meşandin, li hemberî wê zilma li zindana Amedê, îradeya ji pola ya Mazlûman, Kemal Pîran, Xeyrî Dûrmûşan, dê ne mimkun be. Ji ber ku kadroyên fedayî hatibûn avakirin, hîna di destpêkê de berxwedan, bawerî, girêdanbûn, ji bo doz û azadiyê her tiştê dikare bike. Kadrotiyê li ber xwe da, di zindanan de li ber xwe da, pêngava 15’ê Tebaxê afirand û têkoşîn heta roja îro anî.
GELÊ ME 26 SAL IN LI DIJÎ KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ TÊDIKOŞE
Weke tê zanîn, di sala 20’emîn a partiyê de, yanî di sala 1998’an de ji aliyê hêzên navneteweyî ve mudaxileyek hate kirin. Di şexsê Rêber Apo de, li dijî tevgera me Komploya Navneteweyî pêş ket. Armanca komployê bi temamî tunekirina xeta Rêbertî bû. Li ser vê bingehê komplo pêk anîn û pêvajoya tunekirina têkoşîna me, xistin dewrê. Lê li dijî vê yekê Rêber Apo bi rengekî dahiyane sekin raber kir, pêşketin pêk anîn û paradîgmaya nû pêş xist. Bi vê yekê re sekna çêkera kadro ya bibiryar, komplo têk bir û nehêla encam wergire. Têkoşîn hîn zêdetir mezin bû û bi rengekî hîn bibiryartir rêya xwe domand. Li ser bingehê fedayîtiya kadroyê û fedekariya gelê me, tevgera me 26 sal in li dijî komployê têkoşînê dimeşîne.
ÎRADEYA PKK’Ê, ÎRADEYA SERKETINÊ YE
Dewleta Tirk ji destpêkê ve, ti carî li dijî me bi tena serê xwe şer nekiriye. Her tim li pişt wî NATO hebû, xiyanetkarên Kurd pê re bûn û gelek caran dewletên din ên li herêmê piştgirî didanê. Bi vî rengî dewleta Tirk li dijî me şer dimeşand. Îro jî ev wiha ye. Di esasê xwe de îradeya ku PKK’ê bi pêşengiya Rêber Apo raber kirî, îradeya serketinê ye. Nikarin pêşî lê bigirin. Ji bo wê bi piştgiriyên ji derve û ji hundir girtine û bi hewldanên mîna Komploya Navneteweyî, bi rengekî domdar hewl dane pêşî lê bigirin.
Bi taybetî jî di van 9 salên dawî de, weke tê zanîn dewleta Tirk bi konsepteke nû û dîsa bi piştgiriya ku ji hêzên derve wergirtî, bû xwediyê teknîkên curbe cur û ji xeynî teknîk û îstixbaratê, bi rêya hevkarên Kurd jî li dijî me şerekî topyekûn îlan kirin. Ji bo Tevgera Azadiyê bi temamî ji holê rakin, ev 9 sal in li dijî me şerê konsepteke nû dimeşînin. Ji bo vî şerî qezenc bikin, her cure rêbaz bi kar anîn. Ji hêzên derve alîkarî girtin; ji hevkarên Kurd alîkarî girtin; gazên kîmyewî û hetta çekên taktîk nukleer bi kar anîn. Bi kurt û cewherî li dijî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, her cure rêbaz ceribandin. Lê belê weke esas, xwestin vî şerê nû bi sîstema li Îmraliyê, bixin meriyetê. Li Îmraliyê êşkenceya psîkolojîk û tecrîda girankirî, veguherandin şerê qirkirinê. Bi sîstema ku li Îmraliyê meşandîn re, xwestin Rêber Apo bêbandor bikin û gav ber bi paş ve pê bidin avêtin. Bi vî rengî ew rêbaz belavî hemû Kurdistan û Tirkiyeyê kirin. Di heman demê de rejîma AKP-MHP’ê ji bo tasfiyekirina gerîla her tişta ji destê hatî, kir û her rêbaz ceriband. Dîsa li siyaseta Kurd a bi qanûnî û hêzên sosyalîst ên Tirkiyeyê, tasfiye ferz kirin. Li ser vê yekê, girtin û hwd her cure rêbaza şerê taybet bi kar anîn.
Lê li dijî van hemû êrîşan, di serî de sekin û berxwedana ku Rêber Apo li Îmraliyê raber dike; dîsa berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd a li hemû Bakurê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û hemû parçeyên Kurdistanê, pêşî li armanca dijmin girtiye. Dewleta Tirk êrîşî Rojava kir; êrîşî Başûr kir; êrîşî hêzên Rojhilat kir; li hemû eyaletên Bakur bi sedan car operasyonên berfireh meşand; di van 9 salan de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê her cure rêbaz bi kar anî, lê berxwedana li dijî van hatî raberkirin pêşî li armanc û daxwazên wî girtiye. Raste; dibe hin cih dagir kirin, lê tevgera me çeperên xwe yên esas parast.
Vê rewşê dijmin xiste zehmetiyê. Eger dewleta Tirk bi ser ketiba, wê destê wî xurt biba, wê zehmetî jiyan nekiriba. Lê ji ber ku bi ser neket û encam wernegirt -ku tevgera me bi serbilindî li ser piyan e- nakokiyên sîstema dewleta Tirk kûr bûn. Ji ber ku rejîma heyî hemû dahatiya Tirkiyeyê ji şer re mezaxt. Artêşeke nû ya bipere ku ji sed hezaran kesan pêk tê, ava kir û xwest bi vê yekê encam werbigire. Lê ji ber ku encam wernegirt, ekonomiya wan jî hilweşiya. Tevî ku Tirkiye xwedî xakeke pir berhemdar e, dîsa tevî ku xaka bi bereket a Kurdistanê, dewlemendiyên wê yên sererd û binerd hene îro li Tirkiyeyê mirov di sînorê birçîtiyê de dijîn. Ji ber ku desthilatdariya heyî, temamiya ekonomiya Tirkiyeyê ji şer re dimezêxe. Vê rewşê, bi xwe re krîzeke civakî, siyasî û ekonomîk a kûr aniye. Ji bo vê yekê, rejîma AKP-MHP’ê tengasiyekê dijî. Eger gihiştiban armancên xwe, zehmetiyeke ji vî curî jî jiyan nedikirin. Lê belê bêencam man, bi ser neketin û krîzên di nava sîstemê de kûr bûn.
GEŞEDANÊN HERÊMÎ BERÊ DEWLETA TIRK DI MIJARA PIRSGIRÊKA KURD DE DIDE HEWLÊN CUDA
Ji aliyekî din ve Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku navendê wê Rojhilata Navîn e, her ku diçe mezintir dibe. Şer bi taybetî jî li dijî gelên Lubnan û Filîstinê bi awayekî bêmerhamet û li gel qetilkirinan derbas dibe. Jixwe di şerê li herêmê de bi awayekî bênavber rêbazên qirker hatin sepandin. Di serî de HAMAS’ê serî li rêbazeke bi vî rengî da; piştre dewleta Îsraîlê ev rêbaz kûrtir kir. Ev şer ji salekê zêdetir e berdewam dike û hêzên navneteweyî yên sermayedar dixwazin bi rêya vî şerî herêma Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. A niha jî her ku diçe şer belavtir dibe û diyar e ku wê zêdetir jî belav bibe. Û di encama vî şerî de wê li herêmê dîzayneke nû were rojevê. Tevgera Azadiya Kurdistanê xwedî wê hêz, derfet û şert û mercan e ku van derfetan bikar bîne û pêngavên mezin bixe meriyetê. Bi kurtasî desthilatdariya AKP-MHP’ê li hemberî rewşa heyî gelekî ditirse û bifikare. Ya yekem ew e ku nekarî tevgerê tasfiye bike û tevgerê jî mewziyên xwe parast; ya duyem jî îhtîmala ku tevger dikare ji derfetên ku li Rojhilata Navîn derkeve holê sûd werbigire û îhtîmala pêngavên nû. Tiştekî girîng e ku Tevgera Azadiyê têkildarî vê mijarê xwedî alternatîfên cuda û xwedî hêz û derfetên ku bikaribe pêngaveke nû biavêje, ye. Aha ev yek rastî desthilatdariyê zêdetir tengav dikin û dibin sedem ku bikevin nava tirs û fikareke mezin. Ji bo vê yekê niha ji bo pêşîlêgirtina geşedanên bi vî rengî yên ku wê pêk werin, di nava hewldanekê de ye. Erê; heya niha jixwe di nava hewldanên leşkerî de bûn. Lê belê niha jî bi rêbazên cuda dixwazin rê li ber bigirin.
TÊKILDARÎ ‘PÊVAJOYÊ’ TU PÊNGAVÊN DEWLETA TIRK TUNE NE
Bangên ku ji aliyê Devlet Bahçelî ve tên kirin jî yek ji van rêbazan e. piştî van bangan gelek kes û derdor matmayî bûn. Ji ber ku Bahçelî heya niha bi awayekî tund li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê derdiket. Di vî şerî de nûnertiya aliyê neteweperestên tund dike. Ev derdor, derdoreke wisa ye ku tehemûla wan ji bikaranîna peyva Kurd re jî tune ye. Lê belê bang li Rêbertiya me kir. Aha ev rewş çavkaniya tengavbûna pergala Tirkiyeyê ye. Divê ev yek bi heybet were dîtin û rast were fêmkirin. Yanî wisa dewleta Tirk ewqasî tengav nebûna, ji aliyê Bahçelî ve bangek nedihate kirin. Li hemberî vê kiryara Bahçelî rêveberiya Tevgera me, hemû pêkhateyên têkoşîna azadiyê û saziyên têkoşer ên cuda daxuyanî dan û dan zanîn ku aktorê sereke yê çareseriyê Rêber Apo ye. Gotin: ‘’Em piştgiriyê didin pêvajoya ku wê ji aliyê Rêber Apo ve were pêşxistin.’’ Tevgera me ev yek bi awayekî eşkere da zanîn. Lê belê dewleta Tirk piştî van yekan tu pêngav neavêt. Bi tenê 2-3 caran anîn ziman ku ew piştgiriyê didin van bangên Bahçelî. Tiştekî din nekirin. Hin derdorên çapemeniyê û qeqlemkêşên nêzî desthilatdariyê jî, nûçeyên derewîn xistin rojevê. Gotin ku ‘Hevdîtin hene.’ Gotin ku Rêber Apo ji PKK’ê re peyam şandiye lê belê PKK’ê qebûl nekiriye. Bi vî awayî ji bo ku di nava civakê de feraseteke wiha ya şaş ava bikin, di çarçoveya şerê taybet de serî li propagandayên bi vî rengî dan. Em biawayekî zelal diyar bikin: Tevî ku heya niha ji bilî peyama piştî hevdîtina Rêber Apo ya li gel Omer Ocalan bi raya giştî re hatî parvekirin, tu peyamên Rêbertî negihiştine Tevgera me; Ji aliyê dewleta Tirk ve jî tu peyam nehatine şandin. Bi kurtasî tiştekî şênber tune ye lê belê bi nûçeyên bi vî rengî nîşan didin ku weke pêvajoyeke bi vî rengî heye. Rast e; me weke tevger wateyek li banga Bahçelî bar kir; ji ber wê yekê jî me da zanîn ku em piştgiriyê didin pêvajoyeke ku ji aliyê Rêber Apo ve were meşandin. Lê belê piştî bang û daxuyaniyên Bahçelî tu pêngavên erênî nehatin avêtin û bi ser de têkildarî vê mijarê nûçeyên derewîn hatin amadekirin. Di heman demê de çapemeniya muxalîf jî bi awayekî rast li nêzî vê mijarê nabe. Ew jî rewşa Rêbertiya me û tevgera me bi awayekî nerast berovajî dikin. Êdî bila her kes baş bizanibe ku gelê Kurd jî di nava xwe de rêberek derxistiye. Rêbertiyeke dîrokî derxistiye. Êdî saziyên leşkerî yên têkoşîna azadiyê jî, saziyên derveyî welat jî, saziyên li welat jî, saziyên fermî jî bi kurtasî hemû kesên ku ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin îro Rêber Apo ji bo xwe weke nûnerê îradeya xwe dibînin. Bêguman ev tiştekî nû ye û ev yek ji bo gelê Kurd jî gelekî girîng e. Tu kes nikare nakokiyeke bi vî rengî derxîne. Niha hemû hewlên rejîmê li ser avakirina nakokiyan a di nava Têkoşîna Azadiyê de ye, avakirina teredût, pêşxistina perçekirinê ye. Hewlên bi vî rengî berhewa ne. Tu encam ji hewlên bi vî rengî nayên standin. Divê her kes vê yekê bizanibe. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di pêşengtiya Rêber Apo de xwe gihandiye asteke bilind; tu kes nikare bi rêya rêbazên şerê taybet vê astê kêm bike.
GOTIN XWIŞK-BIRATÎ YE, LÊ PRATÎK ÊRÎŞ Û ŞER E
Eşkere ye ku dewleta Tirk gotinên Bahçelî, weke taktîkên şerê taybet dinirxîne. Mesela li aliyekê ew bang kirin û wisa nîşan dan ku sankî weke ku dixwazin bi Kurdan re çareseriyekê pêş bixin. Gotin, ‘Kurd û Tirk xwişk-bira ne; Tirkê ji Kurdan hez neke ne Tirk e; Kurdê ji Tirkan hez neke ne Kurd e’. Qala xwişk-biratiya dîrokî kirin. Têkildarî vê yekê, gelek tişt gotin. Lê belê li aliyê din, ti gavên pratîk neavêtin û li ser vê yekê jî êrîş kirin. Mesele siyaseta qeyûm pêş xistin. Tayînkirina qeyûm a li şaredariyan, êrîşeke li dijî îradeya gelê Kurd e. Dîsa êrîşên li dijî hêzên gerîla dewam dikin. Her roj Tayyîp Erdogan gefê li Rojava dixwe; xwe ji bo êrîşeke li ser Rojava amade dikin. Gelo em ê çawa bawer bikin ku bi rastî evane çareseriyê dixwazin! Eşkere ye ku tişteke wiha li holê nîne. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke herî esas-cidî ya Tirkiyeyê ye. Ne pirsgirêkeke welê ye ku bi hin bangan bê çareserkirin. Ji aliyê qanûnî û destûra bingehîn ve bêyî guhertinên ji kokê û sererastkirinan, çareser nabe. Ji vî alî ve bêyî gavên cidî û pêbawer, bawerkirin û li gorî wê gav avêtin ne pêkan e. Madem ku tişteke wiha li holê nîne, tişteke weke çareserî jî nîne. Berevajî berfirehkirina hedefê û êrîşên tunekirinê hene.
AZADIYA RÊBER APO KETIYE ROJEVÊ; JI VIR VEGERÎN NÎNE
Armanca wan çi be bila ew be, Devlet Bahçelî azadiya Rêber Apo anî rojevê. Ev mijarekî girîng e. Ev di heman demê de qebûlkirinek e. Îro di çapemeniya Tirkiyeyê de, azadiya Rêber Apo tê nîqaşkirin. Berê tenê çapemeniya Kurd nîqaş dikir; îro hemû Tirkiye û cîhan nîqaş dike. Êdî ji vir vegerîn nîne. Êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye. Ev ne tişteke ku tenê bi banga Bahçelî pêk hatiye. Ev pêşketineke li ser esasê têkoşîn û demeke dirêj e. Bi taybetî rola kampanyaya kûreyî ya di sala dawî de pêk hatî û berxwedanên salên dawî, heye. Eger em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê û gelên herêmê hîn xurttir bikin, derketiye holê ku wê encamên mezin bên wergirtin. Helbet aliyê dijber jî bi gotinên wiha dixwaze nefest bistîne û rehet bibe. Lê hêzên şoreşê divê teqez vê pêvajoyê bi rêbazên rast binirxînin.
HEVDÎTINA BI RÊBER APO RE KÊFXWEŞIYÊ DIDE, LÊ TECRÎD HÎNA DEWAM DIKE
Di vê demê de ji bo gelê me û me hemûyan, tişta kêfxweşî dide mirov, hevdîtina parlamenter Omer Ocalan a bi Rêber Apo re ye. Rêber Apo di bin tecrîda girankirî de ye. Têkildarî tenduristiya wî, gotinên curbe cur hebûn û fikarên cuda cuda hebûn. Lewma çûyîna Omer Ocalan a li gel Rêber Apo, tiştekî baş bû. Helbet pêkhatina vê hevdîtinê, nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Tecrîd dewam dike û jixwe Rêber Apo jî di peyama xwe ya li ser çapemeniyê belav bûyî de, diyar dike ku tecrîd dewam dike.
Rêbertî di peyama xwe de diyar dike ku eger derfet bên afirandin, ew xwedî hêza pratîk û îdeolojîk a ji bo pêşxistina çareseriyê ye. Em car din dibînin ku Rêber Apo bi sekneke pir bi wate û dîrokî, li ser navê gelên me têkoşîneke pir girîng dimeşîne, bareke giran girtiye ser xwe, ev berpirsyariyeke mezin e. Ji bo serketinê divê her kes destê Rêber Apo xurt bike.
Eşkere ye ku li wir hin diyalog û nîqaş bi Rêber Apo re tên kirin, lê belê piştî hevdîtinê weke tê zanîn ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtina bi malbatê re hate dayîn; piştre jî ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn. Li dijî şaredariyan êrîşên qeyûm pêk hatin. Eşkere ye ku evane hemû bi armanca zextkirinê tên pêkanîn. Bi vê rêbazê encam nayê wergirtin. Beriya her tiştî divê dewlet dest ji vê rêbaza encamwergirtina bi zext û tundiyê berde. Nêzîkatiyeke wiha ne exlaqî ye, ne jî hiqûqî; bi temamî baweriyê dihejîne û şêwazekî tevgera dermirovî ye. Divê dawî li zexta li ser Rêbertiya me, were. Bila bê zanîn ku, eger dawî lê neyê wê encamên vê dijwar bin.
Pir eşkere ye ku, Rêber Apo bi berpirsyariyeke dîrokî dixwaze xizmetê ji Tirkiyeyê û gelên herêmê re bike û di rêya azadî û demokrasiyê de pêşî li pêşketinan veke, barekî giran radike. Divê em vê rast fêm bikin û li dijî vê yekê, em jî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Ev jî encex, bi têkoşîneke hîn bi bandor dibe. Encama ku em ji vê pêvajoyê fêm bikin, ev e.
HEYA KU SIYASETA QIRKIRINÊ JI HOLÊ RANEBE GERÎLA DEV JI ÇEKAN BERNADE
Derdê dewleta Tirk gerîla ye. Ew dixwazin çek werin danînî yanî gerîla veguherin jiyana sivîl. Gerîla li dijî siyaseta qirkirinê bi rê ketiye. Li Kurdistanê siyaseta qitikirin û qirkinê heye û gerîla jî li dijî vê yekê derketiye û çek rakiriye. Heya ku li Kurdistanê siyaseta qitikirin û qirkinê hebe, wê gerîla jî hebin û çek jî hebe. Heya ku mafên nasnameyî yên gelêKurd neyên naskirin, heya ku mafên xwezayî yên gelêKurd neyên dayîn, ne pêkan e ku gerîla bi paş de gav biavêje. Gerîla, hêzeke bi vî rengî ye. Hêza îradebûna gelê Kurd e. Hêza stratejîk a têkoşîna azadiyê ye. Gerîla, li dijî hemû êrîşên li ser gelê me yên li hemû perçeyên Kurdistanê misogeriya tekane ye.
Bê guman Rêbertiya me û em weke tevger dixwazin pêvajoyê pêş bixinlê belê divê destpêkê ev siyaseta qirkirinê ji holê rabe. Divê qirkirin û qetilkirin werin sekinandin. Mafên gelê Kurd, bi rastî jî weke ku ew bi xwe jî didin zanîn, girêdayî xwişk-biratiya gelan werin teslîmkirin. Divê wekhev bin. Ger wisa be, wê demê wê pêvajo jî pêş bikeve. Bi kurtasî xala girîng a van peyaman, mijara gerîla û çekan e. Çimkî ji Tebaxa 1984’an heya niha, tevahiya 41 salan ji bo ku gerîlayan tasfiye bikin serî li her cure rêbazê dan. Lê belê nekarîn vê yekê pêk bînin. Hê jî hebûna gerîlayan ji bo xwe weke talûkeyekê dibînin û dibêjin ku wê pêngavên nû werin avêtin. Ji ber wê yekê jî hemû caran çekdanîna gerîlayan weke şertekî pêş dixin. Lê belê divê mijara esas ne hebûna gerîlayan û çekgirtina gerîlayan be. Ger aştiyeke birûmet û çareseriyeke adilane pêş bikeve, çeka di destê gerîlayan de wê ji bo dostên wan nebe talûkeyek. Berovajî wê yekê ya girîng ne çekgirtin e, ya girîng ew e ku berê çekan ber bi kîjan aliyî ve ye. Ji ber vê yekê, ger bi awayekî jidil li nêzî çareseriyê bibin, wê demê divê pêşiyê giringiyê bidin wekhevî, edalet û azadiyê.
GERÎLA JI BO HEMÛ GELÊ KURD HÊZA GARANTOR E
Em niha lê dinêrin; hin Kurd jî hema weke dijminê gelê me diaxivin. Bê guman ev yek tiştekî şaş e. Çimkî ger gerîla û têkoşîna çekdarî nebe, dewleta Tirk silavekê jî nade Kurdan. Ger gerîla nebûna, dewleta Tirk tu caran pergala federe ya Başûrê Kurdistanê qebûl nedikir. Lê belê ji ber hevsengiya di navbera artêşa Tirk û gerîlayan de dewleta Tirk neçar ma ku vê pergalê qebûl bike. Her wiha di sala 2000’î de dema ku tevgera me şer da rawestandin, dewleta Tirk difikirî ku wê dawiya gerîlayan anîye û têkilîdanîna li gel rêveberiya Başûrê Kurdistanê weke xeta sor dît. Lê belê piştî pêngava gerîlayan ya di 1’ê Hezîrana 2004’an de, heman dewleta tengavbûyî, piştî têkçûna xwe ya li Zapê ya di sala 2008’an de neçar ma ku wê xeta xwe ya sor ji holê rake. Bi kurtasî ger gerîla nebe, dewleta Tirk tu caran Başûrê Kurdistanê qebûl nake; silavekê jî nade PDK’ê. Ji ber wê yekê divê her kes hişê xwe bide serê xwe.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li her çar perçeyan hêza garantor a hemû gelê Kurd e. Weke hêzeke têkneçûyî roleke siyasî ya girîng dilîze. Gerîla ne tenê hêzeke çekdarî ye. Gerîla ji bo ku li Rojhilata Navîn zîhniyeta faşîst û paşverû bi ser nekeve û li ser navê gelê Kurd, gelê Ereb û gelên din ên li herêmê têkoşîneke mezin a azadî û demokrasiyê bi rê ve dibe. Gerîla xwedî mîsyoneke îdeolojîk, siyasî û dîrokî ye. Ji ber wê yekê bi qasî ku ev talûkeyên li ser gelê me dewam bikin, wê gerîla jî tim hebin. Kesên ku di vê mijarê de şaş difikirin, divê rastiyan bibînin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şervanên heqîqetê ne; li hemberî qirkirin û faşîzmê nûnertiya hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz dike. Gerîla xwedî rol û mîsyoneke bi vî rengî ne.
ÇALAKIYA TUSAŞÊ LÛTKEYEK E; HEVRÊ ASYA Û ROJGER JI BO ME PÎVAN IN
Herî dawiyê li Enqereyê li hemberî TUSAŞ’ê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakiya hevrêyên me Asya û Rojger ya li dijî TUSAŞ’ê ya di 23’yê Cotmehê de yek ji çalakiya serketî ya têkoşîna me ye. Ji çalakiyên li zindanan heya yên Zîlanan û heya çalakiyên dîrokî yên Sara, Rûken, Rojhat û Erdalan û heya yên roja me ya îroyîn di nava hemûyan de ev çalakiya hevrêyên me Asya û Rojger bû çalakiya herî astbilind. Weke tê zanîn li Tirkiyeyê cihê ku herî zêde tê parastin TUSAŞ e û weke dilê pîşesaziya parastina Tirkan tê pênasekirin. Hemû amûrên ku li wir tên hilberandin li Kurdistanê û herêmên cuda yên cîhanê weke amûrên qirkirinê tên bikaranîn. Ji ber vê yekê hedefeke pir guncaw e.
Em van hevrêyên xwe bes bi bîr naînin; di heman demê de pîroz jî dikin. Nabe ku em bi tenê hevrêyên xwe Asya û Rojgeran bi bîr bînin; ji ber ku ew bi vê çalakiya xwe bûn fermandarên me yên pêşeng û gihiştin asta nemiriyê. Wan karî bi wê afirînerî, jêhatî, wêrektî û ruhê xwe yê serkeftinê xwe bigihînin navenda dijmin. Bê guman ev yek çalakiyeke îdeolojîk e û di warê leşkerî de jî çalakiyeke astbilind e. Çalakiyeke serkeftî ye û sekna hevrêyên me Asya Alî û Rojger Helîn ji bo me ji her aliyî ve pîvanek e. Bi pratîka xwe nîşan dan ku bi evîndarî li nêzî têkoşînê dibin. Her wiha di warê leşkerî de jî derbên giran li dijmin xistin û gelek windahiyên dijmin hene. Li gorî daxuyaniyên dijmin bi xwe jî 74 deqîqeyan li ber xwe dane û şer kirine û wisa xwe gihandine nemiriyê. Ev yek ji aliyê îdeolojîk û sekna ruhî ve û ji aliyê leşkerî ve pîvanek e.
Divê em li ser nameyên hevrêyên Asya û Rojger zêdetir kûr bibin ku her yek weke manîfestoyekê ye. Divê em sekna wan ji bo xwe bikin têkoşîn û terzê jiyanê. Dibe ku hewce neke ku em hemû çalakiyên fedaîyane pêk bînin,lê belê divê em bi heman helwestê li nêzî hemû xebatan bibin. Fermana ku fermandarên me yên pêşeng, hevrêyên me Asya û Rojger bi vê çalakiya xwe dane me, ev e.