Jinên Tîrêjên Rojê li Êlih û Stenbolê çalakî li dar xist

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li Êlih û Stenbolê li dijî faşîstên AKP-MHP'î çalakî li dar xist.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li Îmraliyê û ji bo bîranîna Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Egîd Civyan çalakî li dar xist.

Têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"Di 9'ê Cotmehê de li taxa Cûdî ya Êlihê pankarta bi nivîsa 'Em komploya 9'ê Cotmehê şermezar dikin, dem dema azadiyê ye, bê serok jiyan nabe' hate daliqandin.

Di 11'ê Cotmehê de li taxa Beşevler a Êlihê ji bo bîranîna şehîd Egîd Civyan li dîwaran nivîs hatin nivîsandin.

Di 12'ê Cotmehê de li Florya ya Stenbolê 5 wesayitên faşîstên xizmetê ji AKP'ê re dikin û karsazekî faşîst ê AKP'î hatin şewitandin.

Li Zeytînbûrnû ya Stenbolê di 13'ê Cotmehê de 3 wesayitên nijadperestên MHP'ê hatin şewitandin.

Di 14'ê Cotmehê de li Haramîdere ya Stenbolê depoyeke qumaş a xizmetê ji AKP-MHP'ê re dike û 2 wesayitên depoyê ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin."