Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bîlançoya çalakiyan a 2 mehan eşkere kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em di demek wisan de ne ku, eger tiştek neyê kirin yan jî li gorî ruhê demê berxwedan neyê kirin, wê zirarê bide têkoşînê. Ev rastî berpirsyartiya ji her demê zêdetir ketina tevgerê û zêdekirina çalakiyan, dide nîşakirin. Astengiya pêşiya vê yekê em bi xwe ne, em dikarin vê yekê ji dengê guleya dijmin û ji dûmana ku ji mal û kargehan bilind dibe, bibînin.
‘DIVÊ HER KES ROLÊ XWE YÊ DÎROKÎ BILÎZE, TEVLÎ BERXWEDANÊ BIBE’
Divê tu kes li hemberî vê berxwedanê bêdeng nemîne û rolê xwe yê dîrokî bilîze. Dema ku êrîş dijwartir dibin, divê em bi ruhê seferberiya li dora Îmralî, gerîla û girtîgehan kom bibin û berxwedanê ber bi serkeftinê ve bibin. Divê jin û ciwanên ku bi heqîqeta felsefe û îdeolojiya Rêber Apo hişyar bûne, bi vê mîsyonê li dora berxwedana gerîla bibin yek. Heta ku em agahiyê ji Rêber Apo digrin û tecrîda heyî dişkênin, em ê bi çalakiyên xwe yên bê navber bi ser dijmin de bigrin. Ne dîwarên wan ê beton û ne jî wesayîtên wan ên zirxî, dikarin wan ji xezeba me rizgar bikin. Bîlançoya me yan du mehan, vê yekê bi awayek zelal datîne holê. Her wiha lîstoka mezin a li ser Rêbertiya me, wê van çalakiyan qat bi qat zêdetir bikin.”
ÇALAKIYÊN COTMEH Û MIJDARÊ
Çalakiyên Cotmeh û Mijdarê di daxuyaniyê de wiha hatin rêzkirin:
“Di çalakiya li Geverê li dijî wesayîta zirxî û polîsên sivîl hat lidarxistin de, 2 polîsên dagirker hatin cezakirin, yek jê bi giranî 2 polîs birîndar bûn.
Di çalakiya li ser Qereqola Polîsan a 75’emîn a li Geverê de, 2 polîsên tîmên taybet hatin cezakirin, yek jê bi giranî 3 tîmên taybet birîndar bûn.
Li Geverê li dijî mala polîsan û qereqola hêzên çevîk, çalakî hat lidarxistin.
Li Gokturk a Stenbolê polîsek hat cezakirin, 2 polîs hatin birîndarkirin.
Di çalakiya li dijî qereqola polîsan a li Çatalca ya Stenbolê hat lidarxistin de 2 polîs hatin cezakirin, 2 polîs birîndar bûn.
Di çalakiya li dijî wesayîta zirxî li Sîlîvrî ya Stenbolê de 2 polîsên dagirker bi giranî birîndar bûn.
Di çalakiya li dijî wesayîta polîsan li Gokturka Stenbolê hat lidarxistin de polîsek hat cezakirin, polîsek bi giranî birîndar bû.
Di çalakiya li dijî qereqola polîsan li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê hat lidarxistin de 2 polîs birîndar bûn.
Li navçeya Sapanca ya Sakaryayê çalakî li dijî wesayîta polîsan hat lidarxistin, polîsek hat cezakirin.
Li navçeya Malkara ya Tekîrdagê gardiyanek hat birîndarkirin.
Li navçeya Tarsûs a Mêrsînê çalakî li dijî wesayîta polîsan hat lidarxistin.
Li navçeya Bakirkoy a Stenbolê li dijî maleke gardiyanan çalakî hat lidarxistin, gardiyan birîndar bû, 3 wesayîtên wan ên luks hatin şewitandin.
Li navçeya Bakirkoy a Stenbolê 10 wesayîtên gardiyanên faşîst, li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê wesayîteke notirvanan, li Avcilarê 2 wesayîtên Serdar Alaliyê hevkar û dikaneke xurdefiroşiyê, li Beşîktaşê 3 wesayîtên karsazekê/e hevkar, li Avcilarê 10 keştiyên piçûk, li Başakşehîrê 3 wesayîtên buha yên faşîstan, li Hadimkoyê 3 wesayît bi agirê tolhildanê yê yekîneyên me bûn xwelî.
Li navçeya Înegol a Bûrsayê 8 wesayît û yeke mobîlyayan, li navçeya Sapanca ya Sakaryayê 4 wesayît û tireke birin û anîna alavên leşkerî, li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê fabrîkeyeke kesekê AKP’yî û 8 wesayîtên luks, li Aydincika Mersînê 4 wesayîtên luks û depoyeke xurdefiroşiyê, li Kocaeliyê têkberên nava malê hatine şewitandin.
Li navçeya Çorlû ya Tekîrdagê 3 wesayîtên kesekê MHP’yî hatine şewitandin.
Li Karakoç a Edeneyê firoşkarê tiryakê û bazirganê fihûşê Mehmet Sûcû hat cezakirin û madeyên tevizîner ên li depoya wî hatine şewitandin.
Li navçeya Hendek a Sakaryayê xaniyên sêqatî yê tê de fihûş dihat kirin û 5 wesayîtên luks hatin şewitandin, kesên neyarên exlaq jî bi giranî birîndar bûn.
Li navçeya Gonguren a Stenbolê firoşkarekê tiryakê hat cezakirin.
Li ser Komploya 9’ê Cotmehê li Qoser û Silopiyayê nivîs li dîwaran hatin nivîsîn, dîwar bi wêneyên Rêbertî hatin xemilandin û li Stenbol, Kocaelî û Sakaryayê pankart hatin daliqandin.
Berxwedana bi 44 salan, li Gever û Qoserê bi nivîsandina li ser dîwaran, li Êlihê bi pankartan û li Stenbol, Mêrsîn, Tekîrdag û Kocaeliyê bi fişekên hewayî hat pîrozkirin.”