Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê li dijî dagirkeriyê însyatîf ava kirin

Jinên ku ji gelek welat û herêmên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ji bo di serî de belgekirina sûcên ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin û dîsa mêtingeran însyatîfek ava kirin.

Însyatîfa ku rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di nav de ne bi dirûşma ‘Ji bo ewlekarî û aştiyê, li dijî dagikirin û qetilkirina jinan têkoşîn’ hate avakirin.

Di însyatîfê de ku bi rêya onlîne bi civînekê hate ragihandin, rêxistinên jinan û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriye, Iraq, Libnan, Misir, Tunis û Lîbyayê cih digirin.

Di daxuyaniya hate dayîn de bal kişand ser mafên bingehîn ên mirovan, peymanên Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, peymanên navneteweyî yên ku rêgezên wekheviyê yên nava gelan erê dike.

Jinan destnîşan kir ku sîstemên kapitalîst li ser kaos, şer û krîzan emrê xwe dirêj dike, diyar kir ku zêdebûna şidetê ya li ser jin, parçeyek civakê û jinan a bi zanabûn, îşaret kir ku yek ji polîtîkayên herî girîng ên sîstema kapitalîst a cîhanê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li ser bêdengiya saziyên navneteweyî yên têkildarî mafê peymanên navneteweyî binpêkirin zêdetir dibin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Di şerê li herêmê de çand, siyaset, raman û di warê tenduristiyê de piranî jin tên hedefkirin. Li Sûriyeyê qetilkirina Sekretera Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef û yên li gel, endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û hevalên wê, li Iraqê li Çiyayê Şengalê Êzidî Dunya Hesen, li Silopyayê qetilkirina endama Meclîsa Partiya HDP2ê Sêvê Demir û hevalên wê, li Filistînê Semah Mubarek û li Lîbyayê Selwa Bûgîgîs bi van polîtîkayan hatin hedefkirin û qetilkirin.

Jinan piştî civînê bi dirûşma ‘Ji bo ewlekarî û aştiyê li dijî dagirkirin û qetilkirina jinan têkoşîn’ bi ragihandina însyatîfê dawî li civîna xwe an.

NAVÊ SAZÎ Û KESAYETAN

Navê sazî û kesayetên di însyatîfê de cih digirin wiha ne:

Seroka Komeleya Jinan a Lubnanê Buşra Elî

Seroka Komîteya Jinan a Partiya Taşnak a Lubnan Mary Ann

Endama Komîteya Ewlekariya Yekîtiya Efrîqa, Tunûs û Konseya Aştiyê ya Jinê Selve Kîke

Seroka Komeleya Jinan a Iraqê Şemîran Odîşo

Endama Desteya Rêveberiya Baskê Jinan a Partiya Zehmetkêşan a Kurdistan a Iraqê Şeyda Marûf Mehmûd,Endama Tora Desteka Aştiyê ya Jinan a Lîbya Rabha Farîsî

Endama Meclîsa Sekretera rêxistina Jinê ya Nû ya Misrê Nevîn Ûbeyd

Endama Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star Rûken Ehmed

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xewla El Îsa El Hemûd

Seroka Yekîtiya Jinan a Sûryan a Sûriyeyê Sîham Qeyro

Aktivîsta TJA Hacer Ozdemîr.