Jinên li Wanê xwe ji bo 25'ê Mijdarê amade dikin
Jinên li Wanê xwe ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê amade dikin.
Jinên li Wanê xwe ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê amade dikin.
Aktîvîsta TJA'yê Yildiz Çetîn diyar kir ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê wê li dijî tundiyê li gelek deveran çalakiyan lidar bixin û dengê xwe bilind bikin.
Hevşaredara Erdîşê ku qeyûm li şûna wê hatiye danîn û aktîvîsta TJA'yê Yildiz Çetîn anî ziman ku ew ketine pêvajoya kampanyayê û got, "25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê mîna her salê îsal jî em ê li her tax, gund û navçeyan bi bilindkirina têkoşîna xwe derbas bikin. Li Tirkiyeyê her roj tundî li hezaran jinan tê kirin, li girtîgehê tundî tê kirin, li malê tundî tê kirin. Gelek jin jî têne qetilkirin. Ji bo dawî li kuştina jinan bê anîn em ê li her qadê têkoşîna xwe dewam bikin."
Çetîn ragihand ku weke jinên TJA'yî ew li ser têgihiştina zayendî karekî atolyeyê dimeşînin û got, "Gelek hevalên jin tevlî vî karî bûn. Di vî karî de em hewl didin têgihiştina zayendî li nava tevahiya civakê belav bikin. Li her tax, gund, kolan û navçeyê li dijî tundiyê em li ser hişmendiya têkoşînê dest bi kampanyayan dikin."