Jinên Kurd û Rûs 8'ê Adarê pîroz kirin

Li paytexta Rûsya Moskowayê, jinên Kurd û Rûs 8'ê Adarê pîroz kirin.

Jinên Kurd ên li paytexta Rûsya Moskowayê, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Jinên Kurd, jinên Rûs û yên neteweyên cuda tevlî pîrozbahiyê bûn.

Eka Pîrozî li çalakiyê axivî û diyar kir ku jinên Kurd di nava têkoşîna jinên cîhanê de xwedî cihekî girîng e û bi rola pêşengiyê tevdigerin.

Pîrozî destnîşan kir ku jinên Kurd li dijî paşverûtiya li Kurdistan û Rojhilata Navîn şer dikin, li hemberî her şêweyên bêedaletî û newekheviyê têdikoşin.

Qisekeran diyar kirin ku tevgera azadiyê ya Kurdan bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîştine vê astê û bi têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ'ê bûne çavkaniya sûdjêwergirtinê.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyon hate nîşandan û govend hate gerandin.