Jinên Kurd li pêşiya Parlementoya Fransayê çalakî kirin

Tevgera Jinên Kurd-Fransa (TJK-F) li dijî êrîşên dewleta Tirk a jinan dikin hedef li pêşiya Parlementoya Fransayê çalakiyeke ya rûniştinê pêk anîn.

Çalakiya ku bi pêşentiya TJK-F li pêşiya Parlementoyê hate kirin, bal kişandin ku bi taybet di êrîşên dagirkeriyê de jin tên hedefkirin.

Çalakiya ku îro saet 11:00’an destpê kir wê 2 rojan dom bike. Çalakiya ku Fransiyan jî eleqeyek baş nîşan dan, parlemetnerê cepgir Eric Coqûerel serdana kon kir û peyama destek da.

Di tevahiya rojê de balavok hatin belavkirin, dema ku provakatorekê xwest belavokê bi çirîne, alozî derket, polîsan jî provakatorê nasnameya wî nehate zanîn ji qadê dûr xist.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Dîktator Erdogan’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin.