Jinên Kurd li Parlamenta Ewropayê bi Gabî Zîmmer re rûnişt
Şandeyek ji nûnerên Rêxistina Jinên Êzidî û Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd, bi parlamentera Partiya Çep a li Parlamenta Ewropayê Gabî Zîmmer re hevdîtin kir.
Şandeyek ji nûnerên Rêxistina Jinên Êzidî û Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd, bi parlamentera Partiya Çep a li Parlamenta Ewropayê Gabî Zîmmer re hevdîtin kir.
Şandeya jinê ji endama Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd Nûrsel Kiliç û nûnerên Rêxistina Jinên Êzîdî Songul Talay û Leyla Boran pêk hat.
Di hevdîtinê de mijara sereke Şengalê bû. Li ser konferansa jinên Êzîdî ya navneteweyî, meşa dirêj a civaka Êzîdî agahî hatin dayin.
Hat ragihandin, Gabî Zîmmer piştgirî daye ku projeya Jinên Êzidî li Şengalê derbasî meriyetê bibe.
Li gorî agahiyan, hewldan û hevdîtinên jinên Kurd ê di vê çarçoveyê de wê dewam bikin.