Jinên Kurd ên li Rûsyayê li ber tecrîd û dagirkeriyê rabûn

Jinên Kurd ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên li ser qadên gerîla rabûn û bang li ciwanên Kurd kirin ku hîn bi xurtî tevlî nava refên têkoşînê bibin.

Li navçeya Yerşovê ya herêma Saratovê ya Rûsyayê, Kurdên li gundê Yûjnî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Endamên Komîteya Jin ên Ciwan a Meclîsa Kurd a navçeya Yerşovê li hev civiyan û polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Bi navê Komîteya Jin ên Ciwan Kewê Osmanova daxuyanî da û anî ziman, ku jinên Kurd ên li Rûsyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin û ev tecrîd wê bi ser nekeve.

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin û hate ragihandin ku artêşa Tirk piştî derba li Garê xwar, bi rengekî hîn hovane êrişên xwe yên li ser gelê Kurd zêde kir.

Kewê Osmanova diyar kir ku operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk ên li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê nû nînin û destnîşan kir ku ev êriş di çarçoveya konsepteke navneteweyî de tên kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Operasyonên tunekirinê yên li dijî gelê Kurd tên kirin, dewama tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Armanc ji vê yekê lawazkirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Bi vî rengî dixwazin planên xwe yên li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêk bînin."

Kewê Osmanova bal kişand ser girîngiya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ku li Kurdistanê û her devera cîhanê tên meşandin û bang li ciwanên Kurd kir ku hîn bi xurtî tevlî nava refên têkoşînê bibin.