Jinên Kurd 8'ê Adarê li Şamê pîroz kirin

Jinên Kurd ên li Şamê dijîn, bi wesîleya 8'ê Adarê xwepêşandanek lidar xistin û êrîşa çeteyên PDK'ê ya li Şengalê şermezar kirin.

Çalakiya 8'ê Adarê bi pêşengiya Kongreya Star li taxa Zorava ya paytexta Sûriye Şamê hat lidarxistin û bi sedan jin tevlî bûn.

Jin di destpêkê de meşiyan û bi qîrîna dirûşman berxwedana YPJ'ê û berxwedana Şengalê silav kirin.

Piştre li taxa Zorava xwepêşandanek lidar xistin. Şahiya li vir bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. 

Di şahiyê de li ser navê Kongreya Star Sultane Ehmed û li ser navê navê PYD'ê Mihemed Îbîş axivîn. Qisekeran bal kişandin ser rola jinê ya nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

Her wiha şoreşa jinê li Bakurê Kurdistanê silav kirin û destek dan berxwedana li Bakurê Kurdistanê.

Qisekeran êrîşa çeteyên PDK/AKP`ê li ser Şengalê nirxandin û gotin ku hedefa wan ji vê êrîşê têkbirina Rêveberiya Xweser û sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye.

Di dawiya şahiyê de beşdarvanan li ber awazên koma Şehîd Serhed govend gerandin.