Jinên ku li Parîsê hatin qetîlkirin hatin bibîranîn

TJA’yê siyasetmedarên jin ên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî. Kesên ku li Parîs û Sîlopyayê hatin qetîlkirin, li Rihayê û Semsûrê hatin bibîranîn.

Tevgera Jinên Azad (TJA) Endama Meclisa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku dema qedexeyên derketina derve di 4’ê Çileya 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin, yek ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê û Endama Komîteya KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî), Hunermend Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ku di 23'ê Cotmehê de di êrîşa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya de hatibûn qetilkirin li avahiya Rêxistina HDP’a Rihayê bi bîr anîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî rêzgirtinê pêşandana sînevîzyonê hate kirin. Piştre helbestên Sakîne Cansiz hatin xwendin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu ya di bîranînê de axivî, di kesayeta Sakîne Cansiz de kesên hatin qetilkirin bi bîr anî. Surucu, da zanîn ku di dîroka Kurdan de rojên reş zêde ne û yek ji van 5’ê Çileyê yek jî 9’ê Çileyê ye. Surucu, diyar kir ku di her du komkujiyan de jî 3 jinên şoreşger hatin qetilkirin û wiha got: “Ev jin hatin hedefgirtin. Bi awayekî plankirî hatin qetilkirin. Kesên polîtîkayên aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd nexwestin ev komkujî pêk anîn.”

Surucu, bi bîr xist ku komkujiya li Parîsê di dema bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin dihatin kirin pêk hat û anî ziman ku bi vê komkujiyê hate xwestin muzakereyan xera bikin. Surucu, çîroka her sê jinan vegot û wiha berdewam kir: “Hikûmeta Fransayê kujerên Sara, Fîdan û Leylayê nedîtin. Di serdema dorpêça li Silopiyayê jî 3 jin hatin qetilkirin.”

Surucu, bi bîr xist ku Sêvê Demîr li Rihayê jî xebat meşandibûn û diyar kir ku her cihê diçûyê mirovan tiştek ji wê hîn dibûn. Surucu, da zanîn ku li Fransayê komkujiyeke duyemîn hate kirin û got: “Dixwazin bi qetilkirinê jinan bêdeng bikin. Heval Sara, Sêvê û Evîn jî di vê çarçoveyê de hatin qetilkirin. Divê Fransa faîlên komkujiya Sakîneyan û Evîn Goyiyan derxîne holê. Têkoşîna wan wê rêya me ronî bike. Her çiqas qetil bikin em ê zêdetir xwedî li têkoşînê derkevin. Em bi hêza ji Sakîneyan, Sêveyan, Nagîhan û Evîn Goyiyan werdigirin, berxwedana xwe bidomînin.”

Endama Meclisa HDP’ê Sevda Çelîk Ozbîngol jî pişt re axivî û bilêv kir ku komkujiyên 9’ê Çileyê, 5’ê Çileyê û 23’ê Kanûnê ji hev serbixwe nînin. Ozbîngol, diyar kir ku berdêlên îro tên dayîn ji ber mezinbûna têkoşîna tê dayîn û li dijî êrişan wiha got: “Divê em vê têkoşînê mezin bibin.”

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Meclîsa Jinan a HDP’a Semsûrê jî li avahiya xwe ya bajêr kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anîn.