BI DÎMEN

Jinên ji Efrîkaya Başûr biryara darvekirina Peşxan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî şermezar kirin

Jinên ji Efrîkaya Başûr bi armanca şermezarkirina biryara darvekirina rojnamevan û aktîvîstên mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî, li bajarê Pretorayê çalakiyek lidar xistin.

Pexşan Ezîzî di 23’yê Tîrmehê de û Şerîfe Mihemedî jî di 4’ê Tîrmehê de cezayê darvekirinê li wan hat birîn. Her du jin di dema binçavkirinê ya ku bi hefteyan dewam kir, rastî îşkenceya giran û pêkanînên dijmirovahî hatin.

Komelgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di salvegera 14’emîn a darvekirina Şîrîn Elemhûlî û hevrêyên wê de di 9'ê Gulana 2010'an de dest bi kampanya "Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re" kiribû.

Jinên Efrîka Başûr jî piştgirî dan vê kampanyayê. Di 10'ê Tebaxê de li ber Sefaretxaneya Bilind a Îranê ya li Pretorîayê ji bo tevlî dengê yekbûyî yê kampanya "Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re" bibe xwepêşandanek pêk anî.

Ji bo çalakiyê rêxistinên Koma Jinê ya Parka Azadiyê ya Baregeha Şehîd Ivana Hoffman Abahlali, Tevgera Zaneyên Reş û Ne Bombardûmana Navneteweyî lê Xurek a Şehîd Aaron Bushnel li hev kom bûn.

Di çalakiyê de hate gotin, "Em tevlî dengê cîhanê a ku reşîma Îranê ya zalim şermezar dikin, dibin.” 

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em plan dikin ku bi ruhê yekitiya jinan, yên ku ji ber serdemên neheqî hatin darvekirin û bi bûyerên dîtir re rû bi rû ne, rexistinbûn û xebate xwe ya hevpar bidominin. Heta hemû azad nebin em ê nasekinin.”