Jinên HDP'yî: Berî ku dereng be, daxwazên Guven qebûl bikin

Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA'yê, berxwedana Leyla Guven a li dijî tecrîdê silav kirin û gotin, "Berî dereng bikeve divê daxwazên Guven werin qebûlkirin."

Meclîsa Jinan a Bajarê Stenbolê ya HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 33 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd bi dawî bibe" hate vekirin û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Leyla Guven mafdar e" hatin qîrîn.

'RAKIRINA TECRÎDÊ PÊKANÎNA ARAMIYÊ YE'

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mûazzez Tore nerazîbûn Nîşanî dîlgirtina Leyla Guven da û got, "Civak bi temamî tecrîdkirî ye. Heta ku tecrîd neyê rakirin, aştî û aramî pêk nayê. Leyla Guven bi greva xwe ya birçîbûnê wiha dibêje; 'Bidawîkirina vê rewşa tirsnak û krîzê bi pêkhatina hevdîtina bi Birêz Ocalan dibe. Ya ku pêşî li siyaset xitimî veke û krîzê ji holê rake, şikandina tecrîdkirina civakî ye. Ya ku aştî û aramiya civakî pêk bîne, ev e'. Divê daxwaza Leyla Guven bê qebûlkirin."