Jinên hatin qetilkirin li Stenbolê hatin bibîranîn

TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê, li gelek navçeyên Stenbolê, siyasetmedarên jin ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, bi bîr anîn.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarê salvegera 10’emîn a qetilkirina yek ji damezirînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) li navçeyên Kagithane, Esenyûrt û Umraniye yên Stenbolê çalakiyên bibîranînê li dar xistin.

KAGITHANE

Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol û rêveberên partiyê yên bajêr û navçeyê û gelek welatî tev li biranîna li avahiya HDP'ê ya Kagithaneyê bûn. Li gel wêneyên her sê siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin, wêneyên endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka MEclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiyaya Şirnexê di dema qedexeyên derketina derve de hatibûn qetilkirin û wêneyê Endama KCK'ê Evîn Goyî (Emîne Kara) ku li Parîsê hat qetilkirin li salona bibîranînê hatin daliqandin.

Bibîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê sînezîvyona li ser têkoşîna siyasetmedarên jin ên hatin qetilkirin, hat nîşandan. Jinan, dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "jin, jiyan, azadî" berz kirin. Ji bo kesên kesên hatine qetilkirin, find hatin vêxistin.

Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulumê, destnîşan kir ku sedema van komkujiyan polîtîkayên şer e ku desthilat di meseleya kurdî de tê de israr dike.

Aktîvîsta TJA'yê Selcan Saygiyê jî destnîşan kir ku jinên berxwedêr tên armanckirin û got ku komkujiyên deh salên dawîn awî ne lêrasthatinî ne.

Piştî axaftinan helbest hatin xwetin û kilam hatin gotin.

ESENYÛRT

Hevberdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu, Meclisa Ciwanan a HDP'ê, Koordînasyona Jinên Ciwan, aktîvîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, nûnerên ANYAKAYDER, MATÛHAY-DER û gelek welatî tev li bibîranîna li avahiya HDP'a Esenyûrtê bûn. Wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane li eywanan bibîranînê hatin daliqandin û findên kesk û sor û zer hatin vêxistin.

Bibîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê sînezîvyona li ser têkoşîna siyasetmedarên jin ên hatin qetilkirin, hat nîşandan.

Aktivîsta TJA'yê Turkan Aşçi bilêv kir ku armanca bi van komkujiyan têkbirina berxwedana gelê Kurd e û got: "Lê tiştek ji bîr kirine; têkoşîna çar perçeyên Kurdistanê, êdî li cîhanê bi dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' geş dibe.

Hevberdevka HDP'ê Ebrû Gunayê jî anî ziman ku ger kiryarên komkujiya 10 sal berê bihatana eşkerekirin wê Komkujiya Parîsê ya 2'yemîn çênebûya û got ku nikarin bi tu êrîşan Kurdan rawestînin.

Piştî axaftinan helbest hatin xwetin û kilam hatin gotin.

UMRANIYE

Parlementera HDP'ê Oya Ersoy, aktîvîstên TJA'yê û gelek kes tev li bibîranîna li Umraniyeyê bûn. Li cihê bibîranînê wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin û find hatin vêxistin.

Hunermenda NÇM’ê Baran Bozyel di bibîranînê de stran gotin.