Jinên girtî îxlalên mafan ên hatin binpêkirin vegotin

Li Wanê jinên girtî, îxlalên mafan ên li hemberî wan hatin kirin vegotin.

Girtiyên jin ên PKK’yî yên ku li Girtîgeha Tîpa T a WAnê ku bi îxlalên mafê mirovan di rojevê de ye, bi rêya malbatên xwe îxlalên mafan ên li ser wan tên kirin vegotin. Girtiyên jin ên ku diyar kirin ku her roja diçe îxlalên mafan zêde dibe, bal kişandin ku di hemû aliyê jiyanê yên li girtîgehê de xespkirinekî mafan ên giştî heye.

Gitiyan destnîşan kirin ku dema ji bo dermankirinê dibin revîrê tên êşkencekirin û gotin: “Bi awayekî kêfî bi êşkencekirina fîzîkî tên êşkencekirin. Hevalekî me yê dema ji bo dermeankirinê birin revîrê ji aliyê gardiyanên jin ve hate derbkirin û çengê wê hate şikandin. Ew derman nekirin. Bi derfetên xwe me ew derman kir.”

Jinên girtî bibîr xistin ku dema hevdîtinê ku saeteke, lê bi awayekî kêfî daxistine nîv saetê û wiha pêde çû: “Qada me ya hevpar nîne. Ti aktivîteyên civakî nayên kirin. Girtina pirtûkan a ji bo me sînordar e. Rê nadin ku pirtûkên nû bên ji bo me. Ji bo madekirina parastinê me demên guncaw ji bo parêzeran nayê veqetandin.”

 ‘AVÊ QÛT DIKIN’

Jinên girtî bal kişandin ku li girtîgehê bi hincetên ku ‘Av zêde tê mezaxtin” avê qût dikin û ev tişt anîn ziman: “Rojekê av heye 3 rojan av nîne. Ji ber qûtbûna avê, metirsiya belavbûna nexweşiyên derbas ker zêde dibe. Gelek caran heta ava vexwarinê jî peyda nabe. Bi avê teslîmyetê li ser me disepînin. Li dijî van pêkanînên dij mirovahiyên ên li ser girtî û hemû mirovahiyê tên kirin bang li hemû mirovahiyê dikin ku têkevin tevgerê.