Jinên Ereb tevlî refên YPJ’ê dibin
Jinên Ereb tevlî refên YPJ’ê dibin
Jinên Ereb tevlî refên YPJ’ê dibin
Jinên Ereb jî tevlî revên YPJ’ê dibin. Jina bi navê Zêna Mihemed ku bi eslê xwe ereb e, tevlî refên Tabûra Şehîd Berçem a Yekîneyên Parastinê Jinê (YPJ) bû.
Piştî ku di nava YPG'ê de, tabûrên jinê yên xweser hatin îlankirin, tevlîbûna jinan jî zêde dibe. Di nava jinên ku tevlî tabûrên leşkerî yên jinan dibin, jinên ji netewên din jî balê dikişînin.
Li Hesekê piştî ku Tabûra Şehîd Berçem hate avakirin, jina bi navê Zêna Mihemed ku bi eslê xwe ereb e jî tevlî refên leşkerî yên jinan bû.
Zêna Mihemed, diyar kir ku ji ber tevlîbûna YPJ'ê gelekî kêfxweş e û anî ziman ku ew li ser bingeha exleq, rêzgirtin, baweriya bi hêza xwe û dûrketina ji hemû tiştên neweyî perwerdeyê dibînin. Mehemed, da zanîn ku jinan di nava YPG’ê de îspat kiriye ku dikarin xwe bi rêxistin bikin.
Zêna Mihemed, bang li hemû jinên ciwan ên dixazin hêza xwe bibînin û di van rewşên dijwar de xwe biparêzin tevlî refên YPJ'ê bibin.