Jinên Dîlokî dibêjin ‘NA’

Li Dîlokê xebatên ji bo referandûma 16’ê Nîsanê didome. Jinên Dîlokî diyar kirin ku ew ji bo azadiya xwe ji rejîma şexsî û yekperestiyê re dibêjin NA.

Li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê amedekariyên referandûma 16’ê Nîsanê didomin. Jinên Dîlokî der barê referandûmê de ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku ji bo azadiya xwe ji rejîma şexsî û yekperestiyê re dibêjin ‘NA’.

‘HÊVÎ BI JINÊ, DAHATÛ BI ‘NA’

Jina bi navê Denîz Aktaş ya eslê xwe Tirke jî daxuyand ku dê di referandûmê de dengê ‘NA’ bikarbîne û wiha wiha pê de çû: “Ez mamoste me û ji ber parvekirinên tevna civakî ez hatime îxraçkirin. Ez ê di referandûmê de li dijî hişmendiya şexsî û rejîma şexsî re bibêjim ‘NA’. Ez ê ji bo tevahiya xebatkar û kedkarên ji kar hatine derxistin û îxraçkirin bibêjim ‘NA’. Li hemberî polîtîkayên li dijî bawerî û zayendan re ez ê bibêjim ‘NA’. Ji bo înkar û îmhaya li dijî gelan ez ê bibêjim ‘NA’. Ji bo wêrankirina xwezayê û kuştinên bi hêrsa kesekê ez dibêjim ‘NA’. Ji bo kuştin û tundiya li dijî jinê ez dibêjim ‘NA’. Heger di referandûmê de ‘ERÊ’ derkeve dê Tirkiye ber bi kaosê ve biçe. Ji ber ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan şerxwaz e. Em ê li dijî vê şerxwaziyê têkoşîna xwe bilind bikin. Ez bang li tevahiya jinan dikim ku bi ruhê berxwedan û têkoşînan 8’ê Adarê, derket holê li îradeya xwe xwedî derkevin û di referandûmê de dengê ‘NA’ bikar bînin. Hêvî ji jinan û dahatû di ‘NA’ de pêkan e.”

‘JI BO ÊRÎŞÊN LI SER JINÊ ‘NA’

Jina bi navê Guler Erat ya bi karê bazirganiyê ve xerîk dibe jî da zanîn ku  dê di referandûmê de dengê ‘NA’ bikarbîne û wiha pê de çû: “Ez li Dîlokê dijîm û weke jinekê em li dijî hişmenidya şexsî têdikoşin. Ez jinekî bi karê bazirganiyê ve xerîk dibim. Ji ber krîza aboriyê û polîtîkayên AKP û Serokomar Erdogan dikana min hate girtin. Ji ber ku em jinin em rastî zextan tên. Li vî bajarî ez bi tena serê xwe nikarim bimeşim, cil û bergan li xwe bikim. Ev nêzîkatiyê gelek ditirsim. Di referandûmê de aliyê herî têkoşîn bike, divê jin bin û jin divê referandûmê de bibêjin ‘NA’. Ez bawer nakim ku di referandûmê de ‘ERÊ’ derkeve. Ez di wê bawerî û hêviyê de me dê di referandûmê de ‘NA’ derkeve. Heger di referandûmê de ‘ERÊ’ derkeve dê jiyan li jinan bibe girtîgeh. Ji bo jiyanek azad û aram divê tevahiya jinan bibêje ‘NA’. Li cihê ku jin azad be dê cihan bêhtir xweş be.”

 ‘JI HIŞMENDIYA ŞERÎATÊ RE NA’

Jina bi navê Fatma Lebe jî da zanîn ku azadî û mafên jinan dê bibêje ‘NA’ û wiha axivî: “Ji bo rojên tarî yên bêrêtî, dizî û bêkariyê em li pey xwe bihêlin ez ê bibêjim ‘NA’. Ji bo ku em bigihêjin mafên xwe yên demokratik û dawî li zilmê bînin ez ê bibêjim ‘NA’. Heger di referandûmê de ‘ERÊ’ derkeve dê rojên giran li hêviya gelên Tirkiyeyê be, wê her tişt li ser fermana şexsekê bê kirin. Heger ev şexs bixwaze dikare fermana kuştin, girtin û girtîgehê bide. Em ji vê hişmendiyê re jî dibêjin ‘NA’. Heger pergala serokatiyê li Tirkiyeyê têkeve dewrê dê pergala şerîatê bê welat. Êdî dê mafên hemû jinan yên jiyanê ji dest were girtin. Em ê weke jin li dijî hişmendiya şerîatê û şexsî heta dawiyê li qadan li ber xwe bidin. Ez bang li tevahiya jinên Dîlokê dikim ku ji bo azadî û mafê jinê bibêjin ‘NA’.”

‘JIN, DÊ BI NA SERBIKEVIN’

Jina bi navê Gul Refat Hebeş destnîşan kir ku jina Kurd bi tecrûbeyên xwe bingeha jiyanek azad daniye û wiha got: “Jinan bi hêza xwe ya guhertinê hewl da ku jiyanek nû û azad biafirîne. Jinan di partiyên siyasî, rêveberiyên herêmî û hemû saziyan de pergala hevserokatiyê danî û xwest vîna jinan di hemû qadên jiyanê de pêk bînin. Lê hêzên dagirker û dijmînên jinan ev yek ji xwe re kirin hedef û êrîşên hemû destkeftiyên jinan kirin. Em ê ji hişmendiya li dijî înkar û ne pejirandinê re bibêjin ‘NA’. Dê li Kurdisan û Tirkiyeyê jin bi dengê ‘NA’ biserbikeve. Ez bang li tevahiya jinên Dîlokê dikim ji bo aştiyek mayînde û mafên azad yên jinê bibêjin ‘NA’.”