Jinek hate qetilkirin, 2 jî birîndar bûn

Li Sêwasê derket holê ku jina bi navê Fatma Oz ji aliyê mêrekê ve hate qetilkirin.Li Kirikkaleyê jî ber şerê derketî dayik û keça xwe birîndar bûn.

Li navçeya Gurun a Sêwazê Fatma Oz (44) 40 roj bûn winda bû. Derket holê ku Oz ji aliyê Bahrî M. ve hatiye qetilkirin. Malbata Oz serî li polîsan da û ji bo dîtinê xebat hat destpêkirin. Hat tespîtkirin ku Oz herî dawî bi Bahrî M. re hevdîtin kiriye û piştî ku Bahrî M. hat destgîrkirin li xwe mikur hat ku wî bi çekê Fatmayê qetil kiriye.

KIRIKKALE

Li taxa Çalilioz a Kirikkaleyê jî di navbera Z.S. û M.E.A. şer derket. Dayika Z.S., Y.U. ji bo şer ji hev veqetîne ket navberê. Y.U. û xwişka xwe F.S. (17) ji aliyê M.E.A. ve hatin birîndarkirin. Cîranan agahî da polîsan û tîmên tenduristiyê û hatin cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê û hat zanîn ku rewşa wan baş e. Piştî bûyerê Z.S. û M.E.A. hatin destgîrkirin.