Jinek ciwan ji aliyê 29 kesan ve hate tecawiz kirin

Jinek ciwan ji aliyê 29 kesan ve hate tecawiz kirin

Çanda tecawizê her ku diçe li Tirkiyeyê pêş dikeve, yekî din jî lê zêde bû. Li gorî agahîyê bi dest ketin li Golcukê jina ciwan ya 15 sali ji aliyê 29 kesên ku di nav de leşerk jî hene hate tecawiz kirin.

Li Golcuka girêdayî Kocaeliyê 29 kes bi îddîaya ku tecawizî jina ciwan ya 15 salî kirine ji aliye polîsan ve hatin binçavkirin. Ji 29 kesên hatin bincavkirin 11 kes derketin beramberî dadgehê û ji  wan 11 kesa jî 7 kes hatin girtin û şandin girtîgihê.

DI NAV TECAWIZKARAN DE BERBAZ Û XWENDEKAR JΠ HENE

Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin, jina ciwan (15) ku di derdorde weke ‘Aysel’a Mastîk’ tê naskirin ji aliye gelek kesan ve hatiya tecawizkirin. Li ser îxbarekê polîsa lêpirsîn da destpêkir û 29 kes girtin binçawa. Di nav 29 kesên ku tecawizî jina ciwan kirîn de yek Berbaz û hin xwendekarên amadeyî jî hene. 

Hêjan li ser vê skandala tecawizê ji aliyê rayedaran ve daxuyaniyek fermî nehatiye kirin.