Jinek bi çeka dewletê hate kuştin
Li Tarsûsê, Leyla Ozturk ji aliyê Sebahattîn Ozturk ve bi çekê hate kuştin, ku kujer Ozturk li Xarpêtê cerdevan e.
Li Tarsûsê, Leyla Ozturk ji aliyê Sebahattîn Ozturk ve bi çekê hate kuştin, ku kujer Ozturk li Xarpêtê cerdevan e.
Leyla Ozturk a li navçeya Tarsûsê ya Mersînê dima, ji aliyê xizmê xwe Sebahattîn Ozturk ve hate kuştin ku Ozturk li Xarpêtê cerdevan e. Cenazeyê Leyla Ozturk rakirin morga nexweşxaneyê.
Kujer Sebahattîn Ozturk ku li cihê bûyerê hewl da xwe bikuje, birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê.