Jinan li Stenbolê agirê Newrozê vêxist

Jinan bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li navçeya Bagcilar a Stenbolê hatin ba hev, agirê ewil ê Newroza Stenbolê vêxistin.

Dayikên Aştiyê û gelek jinên ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Bagcilara Stenbolê hatin bahev, agirê ewil ê Newroza Stenbolê vêxistin. Di pîrozbahiya ku li Taxa Demîrkapi ya Bagcilarê hat lidarxistin de dirûşmên "Newroz pîroz be" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.

Di pîrozbahiya Newrozê de aktîvîsta TJA‘yê Filîz Peştek Keskîn axivî. Keskîn diyar kir ku di serdemeke ku krîzên civakî û aborî hatin jiyîn û jin û ciwanan hêviyên xwe yên ji bo pêşerojê winda kirin, ketin Newrozê.

Şahî bi dirûşmeyan bi dawî bû.