Jinan li Kerkûkê daxwazên xwe yên ji bo wekheviyê anîn ziman

Di roja cîhanî ya jinan de jinên çalakvan li Kerkûkê ji bo rewşa jinan civînekî rojnamevaniyê saz kirin. Jinan qala rewşa xerab a jinan li Kerkûkê kirin û daxwazên xwe anîn ziman.

Jinan li Kerkûkê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di civînê de rewşa xerab a jinan li Kerkûkê hate vegotin û daxwazên ji bo pêkanîna dadperwerî û yeksaniya her du zayendan hate kirin.

Nûnera rêxistinên civaka sivîl a ji kar û barên jinan berpirsyar Hana Şikur daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "8’ê Adara îsal di demek wisa de ye ku welatê me ji bo reform, dadperwerî û guherînên civakî, wekhevî û jiyanek serfiraz ne di rewşek guncaw de ye. Raperînên gelê Iraqê dengekî mezîn ê nerazîbûnên gel bûn li beramberî hemû hêz û aliyên siyasî."

Hana Şikur got: "Di vê rewşa xerab de jinan erkekî giran girtine li ser milên xwe, ew jî xwedî giringî û bandoriyek ya xwe di nava nerazîbûn û xwepêşandanan de hebû. Her wiha daxwaza başkirina rewşa civakî, aborî, siyasî û rêvebirinê dikir. Her wiha di nava jingeyek aram û bi ewle de bijîn û dûr ji şidetê ku mafên me parastî be di destûrê de."

Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin:

1- Ji bo avakirina saziyeke serbixwe ya jinan a kêrhatî kar bê kirin.

2- Ji bo biryara yasaya şîdeta li dijî jinê lez were kirin.

3- Ji bo jinên ji ber şîdetê reviyane cihên taybet werin vekirin.

4- Ji bo têkoşîna dijî şîdeta li hemberî jinan û sedema xwekuştinê plan were danîn.

5- Bi riya dayîna kirêdiyê rewşa jiyana jinan were başkirin.

Piştre Berpirsa Şaxê Komeleya Hîvaya Iraqê ya Kerkûkê Sirud Ehmed bîlançoya şîdeta li dijî jinan eşkere kir.

Li gorî bîlançoyê di nava salekê de li Kerkûkê 1905 bûyerên şîdeta li dijî jinan hatine tomarkirin.