Jinan li hemberî sûcên dewleta Tirk name ji NY re şandin

Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê sûcên ku dewleta Tirk kirin, nameyeke gilîkirinê ji rayedarê NY Reem Alsalem re şandin.

Rêxistinan di gilînameya xwe de îşaret pê kir ku dewleta Tirk li gorî qanûnên navneteweyî tevnagere, ne girêdayî qedexekirina tundiya li dijî jinan e, derbarê van sûcan lêpirsînê nade destpêkirin û hesap ji sûcdaran naxwaze.

Jinan di gilînameya xwe ya ji 9 rûpelan de pêk tên, sûcên li herêmên dagirkirî yên li dijî jinan belge kirin.

Li gorî gilînameyê, di navbera Cotmeha 2020’ann û Îlona 2021’ê de li herêma Efrînê 54 jin û keç hatine girtin. Di girtîgehan de jî rastî hemû cureyên îşkenceyê û dan û standina xirab hatine.

Di gilînameyê de ev tişt hatin destnîşankirin: "Sûc û êrîşên komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê, ji aliyê gelek desteyên NY`yê ve hatin nîqaşkirin. Li dijî jinan bi awayekî sîstematîk gelek cureyên sûcên tên kirin, ew sûc bi awayekî pêbawer têne belgekirin. Ji ber revandin û kiryarên tundiya cinsî yên din ku bi awayekî domdar ji aliyê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ve li dijî jinan li Girê Spî pêk tê, gelek malbat venagerin warên xwe."

Her wiha hate diyarkirin ku rêxistinên gilîname îmze kiriye li ser bangewaziya berpirsa taybet a tundiya li dijî jinan a NY`yê Reem Alsalem ku di serdana wê ya li Tirkiyê de alîkariyê bidin, dixwazin xîtabî wê bikin. Tê payîn berpirsa NY`yê di navbera 18 û 27`ê Tîrmeha 2022`an de biçe Tirkiyê.

Rêxistinên Êzidîne, Peymangeha Kurdî ya Aştiyê, Tora Pêşengên Aştiyê, PÊL – Civil Waves, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Platforma Serêkaniyê, Komela Şawîşka ya Jinan, Weqfa Hevdestî ya Qurbaniyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriyûn (Syrians for Truth and Justice) û Platforma Genim û Zeytûnê îmze dane gilînameyê.

Reem Alsalem a ji Urdunê, ji Tebaxa 2021`an ve berpirsa taybet a sûcên li dijî jinan a NY`yê ye.