Jinan li Edeneyê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kirin
Jinan li Edeneyê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan kirin.
Jinan li Edeneyê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan kirin.
Jinan li Edeneyê li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan kirin.
Polîsan biryara walîtiyê ya qedexekirina çalakiyê kir hincet û destûr neda ku çalakî were lidarxistin. Polîsan dora rêxistina HDP’ê ya Edeneyê girt. Jinan li korîdora têketina avahiyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û çalakiya xwe domandin. Jinan bi sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ û tilîliyan nerazîbûn nîşanî zext û qedexeyan dan.
Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ew ji bo destpêkirina çalakiyên 25’ê Mijdarê hatine ba hev û vê çalakiya wan tê qedexekirin. Hatîmogûllari diyar kir ku desthilatdariya siyasî li ser hemû jin, kedkar û karkeran pêkanînên şerê taybet dike û bal kişand ser vî tiştî ku şîddeta mêran li her derê ye.
Hatîmogûllari diyar kir ku li ser HDP, TJA û rêxistinên jinan zexteke mezin heye û pergala hevserokatiyê xeta wan a mor e. Hatîmogûllari diyar kir ku wê jin li dijî êrîşan xwedî li Peymana Stenbolê derkevin.