Jinan li Amedê gotin: Emê tevahî lîstokan xirab bikin

Li Amedê jinên ku li dijî şîdeta zilam-dewletê meşiyan qêrkirin û gotin ewê rê nedin siyasetên şerê taybet ên li Kurdistanê tê pêkanîn.

Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) bi dirûşmeya “Dem dema Azadiya Jinê ye" meşek hat lidarxistin. Meş ji Xaçerêya Cîhanê ya Peyasa Amedê heta Parka Rojavayê pêk hat. Pêkhateyên DAKAP'ê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun û Dersim Dag, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Cigîra Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran tevli meşê bûn.

Di meşê de jinan dirûşmeya “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Em li dijî xizaniyê derdikevin", “Hikûmet îstîfa", “Denîz Poyraz nemir e", “Girtiyên siyasî rûmeta me ye", “Ayşe Gokkan rûmeta me ye" û “Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Dowîzên li ser "Em dev jî jiyanê bernadin", "Em naxwazin bimirin", "Ne edaleta mêr em edalet rasteqîn dixwazin", "Em ê kuştina Jinan rawestinin" û "Em jin li her derê ne" li ser nivîsandî hatin hilgirtin. Her wiha jinan bi kevçiyan li quşxaneyên ku bi xwe re anîbûn xistin û li fîqê dan. Welatiyên ku bi maşîneyên xwe derbas bûn jî bi korneyan piştgirî dan çalakiya jinan.

Polîsan pankarta "Dem dema azadiyê ye" kirin hincet û nehiştin meş pêk bê. Jinan bi çepik û tilîliyan bertek nîşanî astengiyan dan. Tevî hemû astengiyan jî jinan bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan heta Parka Rojavayê meşiyan.

Piştî meşê Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Gulîstan Atasoy axivî û diyar kir ku dê jin bi berxwedanê bi ser bikevin û got: "Em îro li dijî barîkatan rabûn. Em ji bo azadî û wekheviyê li vir in. Ji bo bibin dengê Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Leyla Guven, Ayşe Gukkan û Gonul Erdenê li vir in. Em ê bibin yek û têkoşîna xwe mezin bikin. Em tu carî serî natewînin."

Piştî Atasoyê daxuyaniya hevpar ji hêla Berdevka Demê ya DAKAP'ê Çagla Îzgî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de dîroka 25'ê Mijdarê û berxwedana Xwîşkên Mîrabel hat vegotin û daxuyanî wiha dom kir: "Li herêmê pergal jinên û ciwan kiriye hedef. Li hemberî wan polîtîkayên taybet ên bişaftinê didomîne. Li hemberî bedena jinê, nasnameya jinê, hebûna jinê û her cureyên şîdetê bikar tîne. Ev tişt ji hêla çeteyên bi uniformayê pêk tên. Siyasetmedar, sendikavan, aktîvîstên parastina mafan dikin tên binçavkirin an jî tên girtin. Li her deverên cîhanê jin ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin. Li Amerîkaya Latîn, Rojava û Efganîstanê jin bi têkoşînê hewl didin ku jiyaneke nû biafirînin. Em jin carek din dibêjin em ji bo kujer bên darizandin û faîl bên dîtin, ji bo Denîz Poyraz, Gulîstan Doku, Îpek Er, Ayşe Gokkan, Leyla Guven, Emîne Şenyaşar, Çîlem Dogan, Başak Cengîz û ji bo hemû jinan daxwaza edaletê biqêrin. Em ê bi piştevaniya jinan têkoşîna xwe mezin bikin. Em tu carî dev jî Peymana Stenbolê, têkoşîna edalet, wekhevî û azadiyê bernadin û em ê ji bo maf û jiyana xwe li ber xwe bidin."

Piştî daxuyaniyê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û got: "Îro hûn dibînin jinên kurd çawa têkoşîna xwe didomîne. Ji dîrokê heta niha xwestin jinan bêdeng bikin lê bi ser neketin. Jinên berxwedêr ên dîrokê îro rêya me ronî kirin. Me mîrateya wan dewr girtiye. Ew jin çawa serî netewandin em jî serî natewînin.

Çalakiya jinan bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.