Jinan li Amedê êrîşên li Rojava û Filistînê şermezar kirin
Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê, ji bo protestokirina êrîşên bi ser Rojava û Filistînê de, li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xist.
Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê, ji bo protestokirina êrîşên bi ser Rojava û Filistînê de, li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xist.
Jinên bi banga Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê hatin ba hev, ji bo balê bibin ser êrîşên li ser Rojava û Filistînê li ber edliyeyê çalakiyeke protestoyî li dar xist.
Polîsan daxwaz ji jinan kir ku peyva ‘’Rojava’’ ji nav pankarta xwe derbixin.
Nêzîkê 40 mizakere hat kirin lê jinan gav ji paş re neavêt.
Bi pişt re Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Esmer Ozer axivî.
Ozer bertek nîşan da ku çima polîs li ber wan dibin astengî û got: ‘’Em jin şer naxwazin. Me yê îro li vir daxuyanî bidaya çapemeniyê lê ji ber li ser pankart ‘’Rojava’’ nivîsandî ye, nehişt em daxuyaniyê bidin.’
Jinan hem êrîşên Tirkiyeyê yên bi ser Rojava de hem jî êrîşên Îsraîlê yên bi ser Filistînê de protesto kirin û ji bo protestokirina polîsan ku li ber wan bûn astengî, çalakiya rûniştinê li dar xist.
Li çalakiyê de diruşimên ‘’Barîkat ne li ber jinan lê li ber Îsraîlê’’, ‘’Jin şer naxwazin’’ û ‘’Jin, jiyan, azadî’’ hatin berzkirin.
Polîsan nehişt jin daxuyaniyê bidin, lê dengê xwe ji yên ji bo Filistînê meşiyan re nekir.