Jinan ji bo piştevaniya Celaliyan rêze çalakî kirin
Bi pêşengtiya Saziya Jinan a Ronak ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan li Swêdê rêze çalakî kirin.
Bi pêşengtiya Saziya Jinan a Ronak ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan li Swêdê rêze çalakî kirin.
Ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan ji aliyê Saziya Jinên Ronak a welatê li bajarên Stockholm, Upsala, Orebro, Karlstad, Esklistuna çalakî hatin kirin.
Hate ragihandin ku wê rojên pêş jî çalakî bidomin.
Ji bo azadî û piştevaniya Celaliyan jî kampanyayek hatiye destpêkirin û ev kampanya jî li gelek welatên Ewropayê jî hatiye destpêkirin û îmze tên komkirin. Heta niha gelek parlementerên Swêdê jî tevlî kampanyayê bûye.