Jinan êrîş şermezar kirin

Jinan êrîş şermezar kirin

Nûnerên saziyên jin êrîşa li hemberî jinên ku tevlî mîtînga Kadikoy ya Stenbolê ku bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bûbûn pek hat û girtina xebatkara Rojnameya Azadiya Welat Yasemîn Yilmaz bi daxuyaniyan şermezar kir.

WAN

Aktîvîstên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), êrîşa li hemberî jinên tevlî mîtînga Kadikoyê ya di çarçoveya pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bibûn pêk hat, bi daxuyaniyê şermezar kirin. Jinan li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevserokê BDP'a Wanê Figen Yaşar û Musa Îtah, aktîvîstên Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din amade bûn. Li ser navê jinan Hevseroka BDP'ê a Wanê Figen Yaşar diyar kir ku, li Parka Kulturê ya Wanê li gel ku bûyer pêk nehatibûn polîsan bi keyfî mudaxaleyî jnan kir û Ciwanê bi navê Cemal Işik birîndar kirin û wiha got: "Dîsa di mîtînga Stenbolmê de mudaxaleyî jinan kirin. Li Mêrdînê jî êrîş Pêk anîn. Belavkara Rojnameya Azadiya Welat Yasemin Yilmaz rastî tunidiya derûnî hat û zaroka wê ji ber çû. Li Samsunê li dijî heyeta HDK'ê êrîş pêk hat û Em van êrîşan tevan şermezar dikin."

RIHA

Meclisa BDP'ê ya Wêranşarê jî êrîşa li dijî jinan a li Kadikoyê pêk hat û êrîşên din ên li hemberî jinan pêk hat şermezarkirin. Jin li ber avahiya BDP'a Wêranşarê kom bûn û daxuyanî dan. Bi dehan jin tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka BDP'a Wêranşarê Servet Kiliç, êrîşên li hemberî jinan şermezar kirin. Jinan piştî daxuyaniyê siloganên "Jin jiyan azadî" û "Destê dirêjî jinê dibin bişkên" berz kirin.

MÊRDÎN

Meclisa BDP'ê ya Mêrdînê jî li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî da û êrîşên li hemberî jinan pêk tên şermezar kirin. Jinan êrîşa li Stenbolê li hemberî jinan pêk hat û girtina xebatkara Rojnameya Azatiya Welat a Dêrikê Yasemîn Yilmaz şerezar kir. Xebatkara Navenda Jinê ya Peljîn a Şaredariya Dêrikê Civaknas Zeynep Sîpçîk, diyar kir ku êrîşa li Stenbolê piştî mîtînga jinan pêk hatiye bi zanebûn û plan pêk hatiye û êrîş şermezar kiri. Sîpçîk diyar kir ku, di êrîşê de 10 jin birîndar bûn û zarokê 12 sali hat kêrkirin û xwest Waliyê Stenbolê der barê êrîşê de lêpirsînê bide despêkirin. Sipçik, anî ziman ku di 8'ê Adarê de xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat Nizamettin Yilmaz û Yasemin Yilmaz hatin girtin û di bin çavan de Yasemîn Yilmaz a 2 meh ducanî ji ber tundiya derûnî zaroka wê ji ber çûye. Sîpçîk, xwest Yasemîn û Nizametîn Yilmaz bi lezgîn serbest bên berdan û der barê rayedaran de lêpirsîn bêvekirin.