Jina xwest întîxar bike jiyana xwe ji dest da

Jina xwest întîxar bike jiyana xwe ji dest da

Dayîka 3 zarokan a li gundê Sêvekê ya navçeya Erdîşê ya Wanê ku xwest întîxar bike li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Dayîka 3 zarokan Leyla Sala ku li gundê Sêveka navçeya Erdîşa Wanê dijî 3 roj berê hewildana întîxarê kir. Jina ji aliyê malbatê ve li banê malê ve daliqandî hate dîtin û destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê û pişt re sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê hatibû kirin, hate hînbûn ku, di stuyê jinê şikestiye û li beşa lezgîn dihate girtin, şevê din jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Sala piştî otopsiyê dê li gund bê definkirin.