Jina ducanî ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

Jina ducanî ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

Jina 8 mehin ducanî ye û dayîka 2 zarokane Kiymet Demîr (26), ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.

Li taxa Yeni Halê ya navçeya Akdenîza Mêrsînê zilamê 33 salî Ridvan Demîr, hevjîna xwe ya 8 mehin ducanî ye Kiymet Demîr a 26 salî bi kêrê qetil kir. Kiymet Demîr li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Polîs piştî çûn cihê bûyerê Ridvan Demîr binçav kirin. Polîsan di derbarê qetilkirina Kiymet Demîr de lêpirsîn da destpêkirin. Cenazeyê Demîr ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Mêrsînê. Bavê Demîr Sabrî Demîr (60) bi kurdî zimêr qîriyan.