'Jin xwedî wê hêzê ne ku dikarin cîhanê ragirin'

Yekîtiya Komunaran a Jinê û Hêza Azadiyê ya Jinê 8'ê Adarê pîroz kirin û ji bo mezinkirina berxwedana jinan bang kirin.

Yekîtiya Komunaran a Jinê û Hêza Azadiyê ya Jinê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku jin li her devera cîhanê li ber xwe didin û hate gotin, "Li Şîlî, Meksîka, Îran, Rojava, Iraq, Lubnan û Tirkiyeyê li dijî kuştina jinê, qedexekirina kurtajê, desthilatdariya faşîst û li dijî serweriya mêr û dagirkeriyê, jinan careke din nîşan dan ku berxwedan pêkane."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber polîtîkayên zayendîperest, krîza aboriyê, dagirkerî û şer ên serweriya mêr, li her qadê jin tên dorpêçkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Kobanê Arîn Mîrkan, sînornenaskirina Kader, Eylem a li Minbicê, Zahîde û Îdîl ên li Dar Azzayê, Anna ya li Efrînê, Aynûr û Ceren ên li Serêkaniyê, bi hêza xwe ya têkoşînê bûn nîşaneya berxwedanê ya li dijî patriyarkayê.

Bi biryardarî û baweriya Aynûn bang li jinan hemûyan dikin ku agirê mor li cîhanê geş bikin. Hêza me heye ku em cîhanê ragirin. Em bi piştevaniya xwe dorê li kapîtalîzm û AKP a faşîst a dagirker bipêçin. Em raperîna jinê mezin bikin."