Jin xwe ji bo 17'emîn Festîvala Jinan a Zîlan amade dikin

Jin xwe ji bo 17'emîn Festîvala Jinan a Zîlan amade dikin ku wê li Londonê pêk were.

Festîvala Jinan a Zîlan, ku li paytexta Îngilistan Londonê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Jiyan ve her sal bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal cara 17'an pêk tê. Festîval wê 26'ê Hezîranê were lidarxistin û dirûşma wê jî "Li ber xwe bide, xwe birêxistin bike û bi rengekî azad bijî" ye.

Amadekariyên ji bo festîvalê li ber qedandinê ye. Mîna her sal wê îsal jî gelek çalakî bêne lidarxistin. Di çarçoveya festîvalê de saet 15:00 wê li Kurdish Community Centre, 11 Portland Gardens, Harringay Ladder, London N4 1HU hunermend Ayfer Duzdaş, Sûna Alan, Paûla Darwîsh, Sevîm Aslan, Groûp Yade, Groûp Pîro û Kûrdîsh Womens' Choîr wê derketin ser dikê.

Aktîvîstên jin ên ji gelên cuda wê weke qiseker tevlî festîvalê bibin. Di festîvalê de li gel dahol û zirne, her wiha wê pêşandana kincên gelêrî hebe û sînevîzyon were nîşandan. Tevî xwarinên xwecihî ji bo zarokan jî wê kreş û aktîvîte bêne lidarxistin.

JIN HEMÛ HATIN VEXWENDIN

Di daxuyaniya Meclîsa Jinê ya Jiyan bang li jinan hemûyan hate kirin ku tevlî festîvalê bibin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê bi gotina 'Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û bi rengekî azad bijî', li hev bicivin û bi stranên xwe, bi govenda xwe peyama biryardariya li ser berxwedanê bidin. Gotin, stran û dirûşmên me wê li ser berxwedanê bin."