Jin tevlî pêvajoyê dibin, sibê kon tê vedan

Jin tevlî pêvajoyê dibin, sibê kon tê vedan

Meclisa Jinan a KCD’ê ji bo ku di pevajoya vekişîna gerîlayan de provakasyonek dernekeve holê dê vedika Konên Çareseriya Demokratîk tevli pêvajoyê bibin.

Meclisa Jinan a KCD’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku dê li Dêrsîm, Şirnex û Colemêrgê konên çareseriyê vedin.

Meclisê wiha got: “Em di rojên dîrokî de derbas dibin. Pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin her diçe kurtir dibe. Bi daxuyaniya KCK’ê ya 25’ê Nîsanê re ji 8’ê Gulanê û vir de vekişîna gerîlayan destpê kir. Ev biryara kul i ser banga Ocalan pêk hat, geşedaneke dîrokiye.  Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî baş temam bibe çareseriya demokratîk esase. Ji bo çareseriya demokratîk divê sererastkirinên qanûnî û mekeqanûnî bê kirin. Divê esasê de divê têkoşîna hevpar bê bilindkirin.

Ji bo ku ev pêvajo bigihêje serkeftinê aktora sereke jin derdikeve pêş.  Em jin di vê mijarê de divê têkoşîna xwe bilind bikin. Di dema vekişînê de divê jin hestiyar tevbigerin. Di pêvajoya vekişîna 1999’an de tiştên hatin jiyîn hêj êşa wan tezeye.  Divê carek din provakasyoneke wisa pêk neyê. Em jin îlana xwe ya tevlibûna pêvajoyê dikin.

Bi vê wesîleyê DOKH ji 14’ê Gulanê û şunde li Dêrsîm, Şirnex û Colemêrgê dê kon vedan. Em jinên KCD’ê jî tevli konên çareseriyê dibin. Di vê nokteyê de em bang li hemû gelê xwe dikin kut evli pêvajoyê bibin.